Nivîsar

Helîkopter, pirs û guman

Êvara 15ê Adarê li derdora gundê Berkiyat yê bajarokê Çemank a navçeya Amêdî ya Dihokê helîkopterek ket. Hat ragihandin ku 7 kesên di helîkopterê de jiyana xwe.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter, di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand ku her 7 kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane PKKyî ne.

Teter diyar kir ku helîkopterek din jî ligel helîkoptera ketî bû, lê helîkoptera duyemîn ji cihê bûyerê derket û ber bi sînorê Sûriyê ve şopa xwe winda kir.

Di daxuyaniya Yekîneya Dijî Terorê ya Kurdistanê de hat gotin ku rayedarên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê, Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Tirkiyê re pêwendî daniye, lê bersiva wan hatiye ku ew helîkopter ne ya wan e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku helîkoptera tîpa AS350 Eurocopter e, hemû kesên tê de PKKyî ne û hemûyan jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî ketina helîkopterê ya li Duhokê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, “helîkopterên ku ji bo perwerde û guhertina hêzê diçûn Silêmaniyê, ketine xwarê” û 9 şervanan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyeke nivîskî ya QSDê de hat ragihandin ku komek yekîneyên Hêzên Dijî Terorê (YAT) di çarçoveya çalakî û çalakiyên ji bo şerê li dijî şaneyên DAIŞê, danê êvarê 15ê Adarê bi tevlîbûna xwe ve ber bi bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ve çûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di êvara 15ê Adarê de ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş li ser rêya Silêmaniyê 9 şervanên me yên di bin fermandariya Fermandarê Giştî yê YAT’ê Şervan Kobanî de şehîd bûne”.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên Dijî Terorê (YAT) di şerê dijwar ê li dijî terorê de ji Kobanî heta Reqa û Dêrezorê şervan û fermandarên xwe yên herî baş wenda kirine.

Baş e, ev helîkopter yê kê ne û çima PKKî yan ji Rojava veduguhêze Başûr? Yan jî gelo wan veduguhêzin Rojhilat ji bo ku li hember serhildêr û çalakvanên ku li dijî rejîmê serî hildane bi kar bînin? Yan ji bo ku li Başûrê Kurdistanê alozîyan derêxin anîbûn?

Li gor ku helîkopter ne ya Tirkiyê ye, yan a sûriyê, yan ya Iraqê û îhtîmala herî xurt jî ya Îranê be. Ji ber PKK û HSD bi hersê dewletan û bi YNK re jî têkildar û hevkar e, yek ji wan xwedîyê helîkopterê ye. Her çiqasî rayedarên dewleta Tirk helîkopterê bi Amerîkayê ve girêbidin jî, dixuye ku serê dêr digihê Îranê.

Gelo çi karê Hêzên Dijî Terorê (YAT)ê li Silêmanîyê heye? Yan tîmên antî terorê yên YNK û Iraqê têra terorîstên ÎŞÎDê nakin ku hêvîya xwe bi 9 tîmên YATê ve girê didin? Tê bîra we, PKK digot me Şengal bi 7 gerîllayan azad kir. Gelo wê ÎŞÎD jî bi 9 tîmên YATê bihatina qirkirin? Helbet na. Di binê vê kiryarê de gelek helwestên ku em nizanin hene û helbet wê di pêşerojê de bêhn jê bifûre.

Pirsa din jî ev e; gelo kê ev helîkopter xist û çima? Li gor ku Îran, Iraq, Sûrî, PKK û YNK hevkarên hev in, tenê gumanek dimîne ku dewleta Tirk bi rêya ajanên xwe yên di nava HSD de agahî stendibin û ew xistibin. Her çi dibe yan kî dibe bela bibe, li Başûrê Kurdistanê xistina helîkoptera ku PKK î tê de ne beşek ji plan û projeyên dewletên dagîrker e û bi vê planê dixwazin PKK û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê (nemaze PDK û Barzanîyan) bînin hemberî hev.

Nûçe  / Analîz

Back to top button