*Rêber Hebûn

Li ser helepçe hest dinale 

hiş jî dimire

 li ber nivîsê

Roja çûyî mîna îro 

qir kirin newroza me

jiyana bindestiyê 

bû durişma jîna me

kuştin û talan û surgûn 

parçebûn dagirkerî

parê gelê ronedî

Li ber sînoran komê xelkên bendewar 

Bandikin qêrîn dikin 

roja wan bûye êvar

Li ber sêdaran jiyana xwe distirînin

Çêdikin hêvî bi hêsran 

Şahiyê binax dikin.

Kew ligelhev dema tengasî dibînin pevdiçin 

mîna kurdan  hev dixwin

meyzîne şoreş û tevger 

çawa têkçûn 

wek dibêjin :

kurmê darê bingeha xwe ji darê ye

Narvîna kurdan çîrokek 

Pê felek tim mest dibe

Bilûra xemgîn di destê bê lebat de sincirî..

Dengê xwe dispêre çiyan 

Dighîne laş û hinavan 

Bihna sêva xapînok 

Li ber deriyan 

Deşt û zozan û çiyan

Li ber dîwarên zîndanê bîr.

 va helepça careke din .

mîna êşek  sermedî

 berze di dil de.

Vaye hêsirên pir dirêj 

Dimeşin li ser riwê virmor.

Narvîna kurdî di neqşê rojhilat de 

Komkûjiyek sar û gêje

Zindî ye di cîhana me.

Kî wê rojek 

tola adarê hilînê..

 Kî wê hêvî Ji girtîgehê derxînê

Yekbûna hizr û giyan 

wê bi zendên keç û xortan her bimîne

Ew tenê findê şevan in , Ronahî ne 

yekbûna kurdî tenê wê azadiyê bistîne .

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: