Mesrûr Barzanî:Kêşe bi reva ji berpirsyariyê çareser nabin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de ligel malpera Al-Monitor ragihand, divê nakokiyên siyasî û aborî di çarçoveya Encûmena Wezîran de werin çaresekirin, ne ku bi boykotkirina hikûmetê ji aliyê wezîrên YNKê ve.

Malpera Al-Monitor, hevpeyvîneke taybet ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî belav kir ku tê de behsa çend dosyeyan hatiye kirin, ji wan; rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, dosyeya terorê û guherîna rewşa keşûhewayê, çend mijarên din ên girîng ên girêdayî Herêma Kurdistanê û navçeyê.

Li ser vegera tîma wezarî ta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo civînên Encûmena Wezîran, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandiye, wî bi fermî daxwaz ji tîma wezarî ya YNKê kiriye ku di dema civînên Encûmena Wezîran de vegerin hikûmetê û her nîgariyên xwe jî dikarin bi rêya gotûbêjan di civînên Encûmena Wezîran de çareser bikin û ji bilî gotûbêjê jî ti rêyeke din tune ye joi bo çareserkirina kêşeyan.

Mesrûr Barzanî ji malpera Al-Monitor re ragihandiye, ew hêvî dike ku tîma wezarî ya YNKê vegere hikûmetê û kêşeyan bi rêya gotûbêjan li nav Encûmena Wezîran çareser bikin.

Derbarê bandora nakokiyan li ser mijara hilbijartinan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kiriye ku divê hilbijartin îsal were encamdan û nabe ti tiştek bibe sedema paşxistina hilbijartinan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: