Turkan Elçî tevlî CHPê bû

Hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi merasîmekê ket di nava refên CHPê. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu sembola partiyê singa wê ve kir.

Serokê  CHPê Kemal Kiliçdaroglu  li navenda giştî ya Partiya xwe ligel Turkan Elçî ya hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî û kurê wî Arda Arîn Elçî civiya.

Turkan Elçî roja 13ê Adara 2023an di bernameyeke televîzyonî de ragihandibû  ku CHPê pêşniyar li wê kiriye ku ew di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji wê partiyê bibe berbijêra parlamenteriyê.

Serokê berê yê Baroya Amedê roja 28ê Mijdara 2015an dema ku ji bo bidawîanîna şerê xendekan dema ku daxûyaniyek çapemeniyê dida, di nava çekdarûn PKKê û polisan de şer derket û Tahir Elçî hatibû kuştin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: