Helbesta destanî nimûne -Zimanê çiyê ya helbestvan Mehmûd Hesen Berazî

hêjayî zanînê ku helbestvan Mehmûd Hesen Berzaî dîmena çaxekî girîng di çaxên zehmet û movikî de diyar dike…

Rêber Hebûn

Helbest ji yek ji riwên xwe ve helwestek e deronî ye beranberî tiştan, di hembêza xwe de nîşan, raman û dîmen dihewîne, rewşa zimanê helbestvan a serdemekê ye , jiyana çaxek î bi xweşî û nexweşiyên xwe ve diyar dike, hewil dide helbest derdên gerdûn, erdnîgarî û civakê têbigihe, bi rêya hevkêşî, zoreng bi a din re,û li çiyayê kurdistanê de, zoreng bi heman cureyê xwe ve berz dibe, ji bo naskirina xweyî û a din û herwiha sirûştê, û serpêhatiya helbestvan Mehmûd Hesen Berazî û hezarên şervan û xebatkarên mîna wî cuda ye, bi wate ye û hêjayê lêkolîn û naskirinê ye,û helbesta destanî dikarîbû demsalên deronî û astên ramandinê aşkere bike, zimanê çiya dagirtî hest û raman û metirsî ne, dagirtî qêrîn û nerazîbûn e, bi zimanek î nîşanî hatiya hunandin, û carne ritma heyecanê asta sembûlî derbas dikir, lê helbestvan baş bi hevsarê hespa helbestê girtibû ta ji dest  neçe, lê gelo çima helbestvan berî xwe dabû şêweya sembolî (nîşanî) ?!!,

ji  ber ku ew şêwe tê bikaranîn ji bo parastina henas ji tundiya desthilatê , lewra ew rêbaz cîgir bû li kêlek Klasîk,Romantîk û Riyalîst bi herdû cureyên xwe ve kevin û nû.

Di vir de Mehmûd Hesen Berazî dibêje : R7

Dema xişma roniya Gelawêjê

li asîmanê welatê me peqî

rûreşiya hemû xwedayên pêxwas

di qabana mirovahiyê de hejiya

bi xwe helbesta destanî çîrokek e dirêj e têde afrêner zimanê serdema xwe aşkere dike, deroniya çaxekê ji jiyana xwe û yên mîna xwe wek min pêşî gotibû, bi xwe ew dem lehengiyên takesan diyar dike, lê dema ew dem bibe destan, nemirî jêra tê nivîsandin û dikeve di rêza malbatên çîrok û destanên cîhanî de, yên bi xwe erşîfa milletan e, pirtûka jiyanên wan ye bi derbasbûna dem û dewranan ve, li vir bêhtir helbestvan meha tebaxê tîn e ziman , di wê çaxê de li bakûrê welêt şerê leşgerî li hember dewleta tirk di 15 Tebaxê  1984 de hatibû destpêkirin, herwiha hevpeymana Sîferê 10.08 de 1920 de, û hevpeymana Ubeyd Ellah Ennehrî li başûrê Kurdistanê sala 1880 de, û hevpeymana Erzeromê di sala 19.08.1847 de ji bo dûbare dabeşkirina Kurdistanê di navbera Îran û Turkiyê de bi amadebûna Firansa,Birîtaniya û Rûsiya de, ev meha bi sê bîranînên cudareng ve navdar e ,hemî li ser bîr giran in, û di vê mehê de hemî xwedayên pêxwas rûreşiya wan hejî  li gor derbirîna helbestvan.

Helbet gelek destanên navdar di cîhanê de hatin e nivîsandin mînak Ilyaza a Homîros, Şahname a Ferdosî, û em dikarin zimanê çiya a Mehmûd Hesen Berazî yek ji wan destanên Kurdî ne, ji ber ku di naverokê xwe de gelek mijar tîne ziman jê :

– Piştrastkirina qonaxên şoreşgerî di dîroka Kurdistan û jiyana mirovê kurd a leşgerî yê girêdayî bi têkoşîna wî  li nav çiyan de bi derbasbûna dîroka kevin û nûjen ve.

– bikaranîna nîşanên wêneyî û moralî wek nimûne R7 :

zimanê çiyê

deng in 

hest in 

reng in.

-girêdana dîmenên berçav bi dîmenên moralî ve û ji vê girêdanê hevokên helbestî tên e sazkirin ligel hêmana pesindanê wek mînak R11 :

Ev çiya:

neviyên Zagros

Paytexta xwedawendan  in

parastîgeha me ne..

mînak Laleş e

Zerdeşt Sembol e

û li vir jî dibêje :

Rojhilatî me

ango  bi hilatina rojê re vejîm

li vir  helbestvan ket e di xefkê şîrovekirinê de, û ev yeka bandora helbest li ser henas lawaz dike, ji ber ku helbest azad şêweya zindî a raportî napejirîn e  , divê hest û dîmen di navbera nepenîbûn û diyarkirinê de bin .

Naveroka rexneya siyasî berz e di hevokên vê destana helbestî de, rexneya dijî sembolên olî û bîrdozî ê kevineperest û herwiha derdên şervanê şoreşger di nav jiyana leşgerî de li çiyê, û zorenga man û nemanê de, girtinheviya deronî yên di nav hizrê şervanan de dilive, li wir hemî pirsên takes kome li ser hevdû dibin :

R 21 :

ma ji bîra me çû lo

hevkêşiya qabana mirovatiyê

nedikarî barê ramanên azadiyê hilgire

nîşanên bi vî awayî di gelek deveran de tên e dîtin R22 

çiyayek î rût bû dil

rêya karwanan di ser re dibûrî

û li vir nakokiyên dijwar berztir dibin bi heyecanek î toj , R25 : 

Erê li vir !

Li vî welatî

piştî rovî dimrin dibûn şêr

 û egîtan di kunên dîwaran de

ronahî ji şevê deyn dikirin.

– Encam:

Helbesta destanî li vir hewil dide hewaya çiyayê û jiyanên şervanên çiyayî ji nêzik ve bişopîne, xwest helbestvan pirsên bê dawî hinek jê mîna qurşînan li ezmanek e tarî de berde, hêjayî zanînê ku helbestvan Mehmûd Hesen Berzaî dîmena çaxekî girîng di çaxên zehmet û movikî de diyar dike di dîroka  dawî û destpêka çerxê bîsan de, di jiyana gelê Kurdistanê di rûbirûbûna dagirkeriyê , berhema wî  bi sernavê : zimanê çiyê di sala 2003 de hatibû çapkirin wek di pêşgotinê de ew anîbû ziman, û helbet çend rûpel xwendin têrê nake ji bo têgihiştina vê destanê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: