Civak

Hêjmartina dengan berdewam e

Doh hilbijartinên meclisa parêzgehên Kurdistanê û herweha hilbijartina parlementoya Iraqê pêkhat. Demjimêr 6ê evarî sandoq hatin girtin û deng hatin hêjmartin. Hêja encamên fermî nehatine ragihandin.

Heta niha YNK li Silêmaniyê xwe wek partiya yekem dide xuyakirin Tevgera Goran jî xwe wek partiya yekem dide xuyakirin..Lê heta encamên dawî neyên ragihandin zehmete ku mirov tiştekî bêje.

Li parêzgehên Hewlêr û Dihokê PDK bi ferqek mezin partiya yekem e.

Li gora hinek encamên ku ne fermî di medyayê de cig digre rewş heta niha bi vî awayîye.

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên veqetandina dengên di nav sindoqên 100 navendên dengdanê li bajarê hewlêrê bi vî awayî ne:

Partitya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 83838 deng

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 33072

Tevgera Gorran: 14587

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 6727

Komela Îslamî ya Kurdistanê: 14170

Back to top button