
Li ser banga Hewldana Partiyeke Kurdistanî(HPK), di 26ê Nîsana 2014an de, roja Şemîyê, li Amedê, civîneke taybet hate lidarxistin.Komîteya Rêveberiyê(KR) ya HPK ê li gel gelek kadirên Kurdistanî yên vexwendî ,di derbarê xebatên HPK ê û pêwistiya partiyeke Kurdistanî de gotûbêj û danîn û stendinên berhemdar û erênî pêk anîn.
Di vexwendina civînê de bi kurtî ev hatibûn gotin:‘’ Armanca me ,bi kadroyên ku ked û emeka wan di têkoşîna neteweyî de he ye,bi hev re avakirina partiyekê ye.Ji ber wê jî heta nuha me navê xwe,bername û destûra xwe ne danî ye.Em dixwazin bi ew kesên ku xwe xwediyê vê projeyê dibînin re,pêk ve van karan temam bikin.
Ev civîna ku em dixwazin hûn jî beşdar bibin,ji bo pêşdebirin û berfireh kirina vê xebatê gellekî girîng e. Em ne wek mêvanekî an jî wek yekî hinek pêşniyara ji me re bîne bangî te dikin.Em dixwazin tu jî wekî me bi her awayî bibî xwediyê vê projeyê û em rengekî din bidine vê xebatê.’’
Di destpêka civînê de endamên KR ya HPK ê di derbarê xebatên HPK ê de malûmat dan.Paşê jî beşdarên civînê yeko yeko dîtinên xwe anîn zimên. Di encama civînê de hat hêvîkirin ku damezirandina Partîyek Kurdistanî divê li ser bingeh û girseyek xurt bê rûniştandin û ji bo vê jî, dive civînên bi vî rengî bi berdewamî bên lidarxistin.
Em dikarin xalên hevbeş yên ku di civînê de derketin holê bi vî awayî rêz bikin;
HPK, di dîtin û perspektîfên xwe, ji bo damezirandina Partîyek Kurdistanî li ser xet û rêyek rast e.Divê vê xebata xwe zêdetir bike, van civînên xwe berfirehtir bike, ji bo damezirandina partîyek saxlem û tekûz bibe xwedîyê bingeh û girseyek xurt.
HPK, dive ji bo berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bixebite û li ser esasê perspektîfa “hiqûqê kesayetîyê” bi derûdorek berfirehtir re xebata xwe geştir bike. Divê xwe siya tengrûbîyê û teng fikirandên cûr be cûr dûr nekeve ser xebatan..
HPK, di warê avakirina Partiyek Kurdistanî de divê lez û bezê neke. Xebateke bi sebir dive bi dor û bereke berfireh re bê meşandin.
HPK, dive ji bo ku bikaribe bi potansiyela jin û ciwanan himbêz bike divê bernameyên taybet di jiyanê de pêk bîne.
Xort û ciwanên ku beşdarî vê civînê bûne jî perspektîfên nû pêşkêş kirin û van pêşniyariyan bi awayekî giştî erênî hete dîtin û qebûl kirin.
Hinek ji hevalên beşdar, dan zanîn ku ji îro û pêde ewê di kar û xebatên HPK de çalaktir cîh bigrin. Wê ev hevalên me ji îro û pêde wek kadroyên “avakir” beşdarî kar û xebatên avakirina partîyê bibin.
Hinek hevalên beşdar jî, anîn ser zimên ku ew perspektîfên HPK diparêzin, xwedî lê derdikevin, ewê piştgirîyê bikin û di pêş de dê aktîftir beşdarî xebatan bikin.
Hinek hevalên beşdar jî kêfxweşîya xwe anîn ser zimên, serkeftin ji HPK re xwestin, lê ji ber şert û mercên taybet gotin ku ewê nikaribin di nav HPK de wezîfe bistînin.
Civîna 26.04.2014 an careke din diyar kiri ye ku potansiyeleke gelekî berfireh pêwistiyê bi partiyeke Kurdistanî dibînin û ji bo vê jî danîn û stendin û xebateke bi bername pêwist e.Civînê hêvîyên me geştir kirine.Wek HPK li gel hemû kêmayiyên xwe ve jî em dixwazin ji gelê xwe re bidin zanîn ku HPK li ser rêyek rast dimeşe, ji bo damezirandina partîyek Kurd û Kurdistanî wê bi hest û biryarmendîyek xurttir xebata xwe bidomîne.
Komîteya Rêvebiriyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî