Îro rojek dîrokiye
Piştî ku li wezereta navxe ya Tirkî damezirandina PDK-T hate pejirandin serokê partiyê M.Emin Kardas û hinek rêvebirên partiyê li Enqere nivîsa xwe ji wezereta navxe vergirtin. Di vê derbarê de ji bo raya giştî daxuyaniyek çapemeniyê hate belav kirin .
Daxuyaniya çapemeniyê ya PDK-T
Em birêzgirtî pêşkeşî rojnemevan ên bi rûmet dîkîn;
Îro cara yekemîn di dîroka Tirk û Kurdan de bi navê Kurdistanê di 03.01.2014de li gor xala 37. A zagona bingehî me mafê xwe yê konavanî bikar anî û serlêdan li wezareta navxwe ki. 3 meh û 20 roj demek dirêj bisebir em li berdengî bersîva wezaretê man lê di dawîde bersîva erênî ji wezareta navxwe derket Partiya Demokrata Kurdistan -Tirkiya di nav zagonên dewletê de bi rengekî fermî cih girt. Em bi vê bersivê gelek xweşhal bûn, em ji wezareta navxwe re sipas dikin. Di van demên dawî de em di pêvejoyeke giring de derbas dibin. Belkî jî di dîroka tirkiya yê de rûdanên wilo qat çene bûne. Bi salaye ko di doza netewa Kurdistanê de had zilm zor ta’de û maxdûriyet li gele Kurd hatiya kirin.
Di encamê de ji bona çareserkirina doza mafê Kurdistan hinek rohnayî xuya dike. Bê guman di rûdanên li Rojhilata Navîn de ko çêdibin û damezrandina Dewleta Kurdistana federe rêya çareseriyê zêdetir dike. Tevlî veya kêşe û şerê li Sûrî kûjandina merivan berdewam dike, ji bona ev şer bêta rawestandin pêdivî pê heye her kes destê xwe bixê bin kevirî. Îro jî me ew destûra dîrokî ko ji alî wezareta nav xwede hetî pejirandi wergirt.
Ev jî rastiyeke ko Kurda bi salên dûv û dirêj êş û îşkenceyên nayên gotin dîtine. Zimanê wa qadexe kirin,çanda wa asîmîle kirin,weke hemwelati yên azad ne hatin qabûlkirin û ji wan re jiyaneke wekhevî nehat pejirandin. Ev realiteye ke ko li pêşberî çavên raya giştî a dinyayê çêdibê. Rastiyeke din ji li ber meye ko şikestina rûmeta Kurda pêvîste werê rehat kirin. Nexweşiya (tramva) ya ko civaka kurd de çêbûye bête rehabîlîte kirin. Di giyanê her yekî Kurd de ji rûyê kurditiya xwe dibin nexweşiyeke teybetmendiyê deye . Pêvîste di sad sala 21. de ev êş û bela ji ser netewe Kurd êdî bête rakirin û ew weke her neteweya li dinya yê bigihê mafê xwe û çarenûsa xwe xwe bi xwe bijî.
Bê li Efrîqa bakûr ji ber ko neteweke û weke netew xwedî hemî mafe û rê û rêbazên xwe yên netweyî dijî netewa dîvê Kurd jî vî mafê xweyê neteweyî û rawa bijî û birê bixê. Ji vî mafê Kurdî û rawa re dibêjin ko netewetî kevneperesti ye û dewleta neteweyî zorbe ye bêkêr e ev ne pêşniyarê îdeoljîk û dostanî ne.
Ev rasta rast dijminatiya ji netewa Kurd re, bersiva van dirûti ye Dewlete netew di pêşerojê de belkî wê bi sosyolojik ji nûde reng bigirê lê ev nabê rêgir ji pêşiya dewleta netew re û ji çarenûsa Kurd re jî nabê asteng. Ew dewletên ko standarta jiyan û aborî de bi pêş ketine de bi sala hatiye tecrûbekirin ko sîstema herî baş federasyona êdî ev di hûndirê Tirkiya yê de jî ji ber aramî ya gel de pêdiviyek e. Armanca Partiya me ko standarta jiyanê û aramiya gelên herêmê û jiyanek wekhevî de bijîn. Jiber vê yeke jî pêvîste miletê Kurd bi xwe îdarekirina mafê xwe, weke mîlad derxistine holê. Kurda şiara îrada xwe bi xwe îdarekirinê di rojavêde danîne. Ev îrade dê federasyon bê. An serxwebûn be dê bi rêya demokratk, rûdanên , bi rêya referandûmê biryar bête dayin.
Tirkiya ji 2004 ve di guharandinên demokratik de derbas dibê, şopên wesayata eskerî hêdî hêdî di rûxênê û bingihê demokrasiyê bi heztir dibe. Tête hêvî kirin ji bal herkesi ve ko pêvejoya em têde bi xweş halî têt şîrovekirin. Îktîdara AKP’ê êdî ew qanunên kevnar terk dike, hukuk têdixê pêş. Weke tête gotin AKP hesp ji paş arabê derxist û danî pêşiya arabê û ketiya ser rê dimeşê. Berêz Serokwezîr Erdoxan bûyarên di dema 1915 de ko çêbûn de izrê xwe ji Ermen û hemû netewên ko ziyan,zerar dîtine re xwest. Ev jî bû sedemê ko hemî dinya jêre pesindarî kirin.
Partiya me; di xebat û hemî helwestên xwe de bes siyaseteke sivîl, demokratik ji xwere xistiye bingeh . Em dê di civakê de na bin pizotê ko agir pêxê em dê bibin şewqa ko rohnahî yê çêbikê. Em di pêşberî hemî cûreyên tûndîtiyêne, em dê qat serî li tûndîtî nexin. Em dê însana bi rastiyên xwe û bi helwestên xwe yî mafdar qane bikin. Ji ber ko em bigihin armancên xwe. Em naxwazin divê axêde kesek zilm û zorê bibînê û bi êşê. Ji wan re destûr dê nebê û kesek bi êşê weke hemî kesên dinya medenî bi gûftûgo kirin û danû standinan û bi têkiliyan pisgirêkên xwe dê çareser bikin. Di encamê de em dê bi rêya demokratik, ji rûmet û îradaya hev re rêz bigirin. Em bawer dikin bi vî rengî hemî kêşayê me dê çareser bibin.
Êdî pêdivî heye ko rûmeta Kurd bi şûnde bête dayin. Ji bo ev pêk bê bi jiyaneke bi derfet û mercên wekhevî de jiyan pêvîste. Sînor, sîlah û îdeolojî têrî rûxandin û avakirina dostayi ya me dê têr nekin. Em dê li gel hev jiyana û dê li gelhev bijîn.
Veca êdî dem dema xwedî maf bi gihijê mafê xweye. Dem hatiya Kurd bigihê rûmeta xwe û ji bo Dinya ke bi rûmet, adil û biratiyeke wekhevî û jiyaneke wekhevi.
28.04.2014
Serokê Damezrênêr ê Giştî
Partiya Demokrata Kurdistan- Tirkiya (PDK-T)
Mehmet Emîn Kardaş