Hejmara nû derket

Rojnameya kurdî ya mehane Le Monde diplomatique kurdî (LMD-Kurdî), bi hejmara xwe ya 11. derket pêş xwendevanan. Xwendevanên rojnameyê dikarin hejmara nû li firoşgehên navendî yên Ewropayê bi dest bixin. LMD-Kurdî, li Almanya, Fransa, Belçîka, Holanda, Îngiltere, Swêd, Awusturya, Danîmarka, Norwec û Swîsreyê tê belavkirin û dê di demeke nêz de li van welatan Kurdistan û Tirkiye jî bê zêdekirin. Di vê hejmarê de jî dîsa nivîsên ji hev balkêştir yên li ser rojeva polîtîk û civakî ya Kurdistan û cîhanê cîh digirin. Hin nivîs û nivîskarên rojnameyê ku rûpelên vê mehê xemilandine weha ne:

Di nivîsa Prof.Dr. Ferhad Îbrahîm a bi navê ‘’Osmanîzma Nû’’ de li ser ‘’Siyaseta Turkiyeyê ya
Rojhilata Navîn’’ tê sekinandin. Nivîskar, di nivîsa xwe de cîh dide têkiliyên Tirkiyeyê yên salên dawîn û siyaseta herêmî ya Turkiyeyê bi rengdêrên ‘’çalak û aktîv’’ dinirxîne. Ferhad Îbrahîm, herweha Turkiyeyê wek aktoreke ku li herêmê  bûye cihê baweriyê dinirxîne û di çareserkirina nakokiyên herêmî de balê dikişîne ser rola navbeynkarî û hewldanên Turkiyeyê. Di vê çarçoveyê de, nivîskar li ser têkiliyênTurkiyeyê yên bi dewletên cîran re jî disekine û herweha rola PKK û AKP’yê bi analîzên watedar pêşkêşî xwendevanan dike. Nivîskar û lêkolînerê kurd, siyaseta Turkiyeyê ya nû weke “Osmanîzmeke nû” bi nav dike û nîşan dide ku Turkiye dixwaze bi awayekî nû li herêmê rola Osmaniyan ya kevn bi dest bixe.

Di nivîsa hiqûqnas Riza Dînç de, ku bi sernivîsa, ‘’Ji Referandûmê ber bi Vebûnê ve’’ hatiye nivisandin, tê gotin ku, AKP û BDP encamên referandûmê cuda dinirxînin. Dînç, encamên referandûmê bi perspektîveke kurdewarî dinirxîne, bi îstatîstîk û rêjeyên hilbijêran yên bajaran, bi nêrîneke şîroveyî û analîtîk li ser babetê kûr û hûr dibe û destnîşan dike ku mirov dikare encamên referandûma 12’ê îlona bihurî bi gellek awayan bixwîne. Nivîskar, herweha li ser helwesta boykotê ya BDP’yê jî disekine û dixwaze encamên referandûmê bi awayeke gelemperî pêşkêşî raya giştî ya Kurd bike.

Di vê hejmarê de nivîseke din ku li ser Kurdan hatiye nivîsandin jî ew e ku, ji arşîva Le Monde Diplomatique versiyona fransî, ji Jean Pierre Viennot hatiye girtin, ku bi navê ‘’Kurdistan û milletekî parçekirî’’ nivisandiye. Ev nivîsa ku sala 1970’yê hatiye çapkirin li ser rewşa Kurdên bakurî disekine û nîşan dide bê li Turkiyeyê siyaseteke çawa li dijî Kurdan tê meşandin. Nivîskar û lêkolînerê fransî, di nivîsa xwe de behsa bûyera 49’an jî dike û balê dikişîne ser ku Turkiyeyê ji bo çewisandina tevgera Kurdan, tim berê xwe daye rewşenbîr û entellektuelên kurd û mînakê dide ku sed rewşenbîrên kurd di nava kîsên devgirtî de avêtine nava Gola Wanê.
Nivîskarê Kurd Kejo Bajar jî rûpela rojnamê ya ‘’Kultur-Polîtîk’’ bi nasandina hin berhemên kurdî dagirtiye. Pirtûkên ku Bajar dayî nasandin weha ne: Birîna Reş (Musa Anter), Beytik (Yeqîn. H) û Tofan (Hesenê Metê).
Ji bilî van nivîsan, nivîs û nivîskarên din ku di vê hejmarê de cîh digrin weha ne:

Serge Halimi: Têkoşîna me (Halimi, di vê nivîsa xwe de qala wê yeke dike ku ka çawa xwendekar li rojnameya LMD xwedî derdikevin)
Janette Habel: Gelo li Kubayê rota tê guhertin? (Li ser guhertinên piştî Castro tê sekinandin)
Jean Paul Hébert-Philippe Rekacewicz: Ji bo bêhtir kuştinê bêhtir aqil (Nivîskar, di pêvajoya dîrokê de têkiliya çekdarîbûn û şerran dide ber hev)
Renaud Lambert: Çar canên modela Îrlandî (Nivîskar, li ser wê yekê disekine ku ka Modela Îrlandî çawa di qeyrana aborî de têk çû)
Matthew Reiss: Koreya Başûr, li deryaya Çînê devê pireya şerr a stratejiya amerîkî (Qala stratejiya Amerîka ya li ser Koreya Başûr tê kirin)
Georges Lefeuvre: Çend pirsiyar bo dîrokê ji bo derketina ji aloziyeke herêmî (Li ser rewşa dîrokî û civakî ya Afganîstanê tê sekinandin)
Vladîslav Înozemtsev: Ji Perestroykayeke gellekî kurt ber bi Pûtînîzmeke bêdawî ve(Piştî hilweşandina Sowyetê li ser pergala ku Putîn dayî rûniştandin tê sekinandin)
Alain Gresh: Dewletek ji bo du xewnan (Di nivîsê de tê pirsin ka gelo ji bo çareseriya meseleya Filîstîn û Îsraîlê dewleteke dê maqûl be an na)
Klavdic Sluban: Rojhilatê Rojhilatê ( Di vê nivîsê de nivîskar qala çavdêriyên seyaheteke ku ji Baltikan heta Çînê hatiye kirin dike)

…………………..

LMDK weha bangî xwendevanên xwe dike û kampanyaya abonetiya belaş bi bîra wan ve dixe:

Xwendevanên hêja, weke ku me meha borî dabû aşkerekirin, kampanyaya Le Monde diplomatique kurdî ya ji bo xwendevanan hîn berdewam e û ew kesên ku navnîşana xwe bi rêya [email protected] bigihînin me, em ê hejmarên îlon, cotmeh û sermawezê ji wan re bi awayekî bê pere bişînin. Herweha ew kesên ku gilî û gazindan dikin, ku rojnameyê li firoşgehan nabînin jî, dikarin zor bidin bayîyan da ku daxwaza rojnameyê peyda bikin. Ew kesên ku dixwazin bêpirsgirêk û her meh bi awayekî bi rêk û pêk rojnameyê peyda bikin, divê ji abonetiya normal an jî ya dijîtal sûd wergirin. Rojnameya Le Monde Diplomatique kurdî, di dawiya sala derbasbûyî de dest bi weşana xwe kiriye û berhema yekem ya IKMG’yê ye (International Kurdish Media Group). Navenda IKMG’yê li paytexta Almanyayê, Berlinê ye û hewl dide ku di siberojê de hejmara berhemên xwe zêde bike.
IKMG weke felsefeya weşanê têgihiştin û helwêsta kurdewarî daniye ber xwe û dibêje “her tişt bi kurdî xweş e”…

Bi silav û rêz
Redaksiyona Le Monde Diplomatique-Kurdî

Nerîna min :