Hejmara Hezîranê ya Le Monde diplomatique kurdî derket!
Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya hezîranê bi naverokeke dewlemend derket û di firoşgehên çapameniyê de cîhê xwe girt. Hejmara 19an ya Le Monde diplomatique kurdî bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve dagirtî derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di vê hejmarê de dosyayeke fireh li ser nifûs û demografîyê hatiye amedekirin. Di vî çarçoveyê de redeksiyona kurdî cîh daye gotara nivîskar û lêkolînerê kurd Osman Aydin ku bi sernavê `Li Kurdistana Bakûr struktura demografik` hatîye nivîsandin.
Nivîsa duyemîn a redeksîyona kurdî ya ninîskar û lêkolîner Aras Sober e. Aras Sober di nivîsara xwe ya bi sernavê `Paşxaneya Xwepêşandanên Başûrê Kurdîstanê` bi awayekî kûr û fireh xwepêşandanên li bajarê Silemanîyê dest pê kirin û li gelek bajarên Kurdîstana Başûr deng vedan dinirxîne. Nivîs li ser sedemên bingehîn û çawabûna pirsgirêkê înformasyonên kûr û fireh dide.
“Arşîva Bîra Kurdan“ ya vê mehê de, nîvîsa Elizabeth Picard a bi sernavê `Li kevîya şer, kurd asta daxwazên xwe bilind dikin“ ku di tirmeha 1985 an de, di Le monde diplomatique de derketiye , cîh digire. Elisabeth Picard, di vê nivîsa xwe de bi taybetî tekoşîna hêzên kurd ên li dijî rejîma Sedam Huseyin şer dikin û dixwazin wê biguherînin tîne ziman.
Di rûpela ´´Çand û Hûner`´ de jî Salihê Kevirbirî nivîsekê li ser şanoyeke kurd nivisandîye. Kevirbirî şanoya DestAr- Theatra bi xwendevanên LMd-kurdî dide nasandin. Di heman rûpelê de rojnamevan Ali Guler jî yekemîn filmê kurd ku beriya 85 salan hatiye kişandin “Zerê“ dinirxîne. Vê mehê rûpelên rojnameyê bi wêneyên wênesaza kurd Ayşe Kazci hatine xemilandin. Di rûpela dawî de li gel wêneyên ferhengên kurdî nîvîsa Jan Bada ya li ser ferhengên kurdî cîh digire.
Nivîsên dosyaya mehî ya ´nifûs û demografîk´ û hin nivîsên bijarte yên vê mehê jî ev in:
– Gerard François Dumont, Derbarê nifûsa cîhanê de tesbîtên xapînok.
– Issabelle Attené, Dema ku porê çinê spî bû.
– Georges Minois, Gerstêrkeke serjimara wê zêde
– Youssef Courbage, Dema cîvanên ereb
– Brian Currin Li welatên Baskan aştî mimkun e.
– Bernard Umbrecht, Faust û sîmyaya kapîtalist.
– Jean-Luc Racîne, Piştî mirina same Bîn Ladîn Pakistan.
– Xavier Monhéard, Dewletên yekbûyî vedigere Vietnamê ûhwd….