Polîtîk

Elçî: Sunda parlementoyê me girê nade

Sundxwarina parlementoyê ji bo parlementerên kurd yên serbixwe bûye kêşeyek. Ji bo ev kêşe ji holê rabê parlementerê Diyarbekir yê serbixwe Şerefettin Elçî daxuyaniyek da.

Elçî di daxuyaniya xwe de got: Em pirsa sundxwarinê nakin kêşeyek. Emê li parlementoyê sund bixwin lî vê sundêve emê ne girêdayî bin. Emê ji berî sunxwarinê li hev bicivin û sundekî ku lê bawerin di nav xwe de tesbît bikin. Emîê vê sundê wek deklarasyonekî ji bo raya giştî ragihînin. Da ku herkesek helwesta me bizanibe. Sunda ku îro di parlementoyê de tê xwarin, sundek nijadperestiye.

Berdewambuna axavtina xwe de Elçî got: Emê sund bixin lê emê sunda ku bête belavkirin ve girêdayîbin.

Back to top button