Cîhan

Heger YE dewleta Filistînê nas neke, Spanya wê biryara xwe bide

Şerê Îsraîl û Hamasê di qada navnetewî de carek din hebûn û naskirina dewletek serbixwe ya Filistînê anî rojevê. Gelek alî di wê baweriyê de ne ku heta Filistîn wek dewlet serbixwe nebe, wê pirsgirêkên Îsraîl û Filistîniyan xelas nebin.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez got: “Heger YE dewleta Filistînê nas neke, wê Spanya biryara xwe bide”.

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo û Serokwezîrê Spanyayê Sanchez piştî hevdîtinên li ser Îsraîl û Filistînê li Misirê hevdîtin pêk anîn.

Sanchez li Misirê daxuyanî da çapemeniyê û îşaret bi wê yekê kir ku Îspanya wê di demeke kin de dewleta Filistînê nas bike.

Sanchez got: “Êdî dem hatiye ku civaka navnetewî û Yekîtiya Ewropayê dewleta Filistînê nas bikin. Tiştekî hêja û girîng e. Divê em bi YE re vê yekê bikin, lê heke YE dewleta Filistînê nas neke, Spanya wê biryara xwe bide”.

Sanchez, ku di hevdîtina xwe de ev nêrîn ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ragihandibû, her wiha destnîşan kir ku “Mafê Îsraîlê ye ku xwe biparêze, lê divê bi lezgîn karesata mirovî ya li Xezzeyê bê rawestandin”.

Back to top button