Nivîsar

Heftemîn Salvegera Pakrewanê Kurd- M.Xiznewî

Di roja yekşemê de, di 03.06.2012 de, Kurdên Elmaniya û ji  hin Welatên derdoran jî,  li Bajarê Dortmonde, bi dîmenin xweşik û rengîn, vexwendina Partiya yekîtiya kurdistanî û bi alîkariya komela Maşûqê Xeznewî ahenga heftemîn salvegera Pakrewanê Gelê Kurd Maşûqê Xeznewî bi coşeke balkêş û mezin û bi rêbazeke nûjen û helketî pêk anîn û li dar xistin.

Di despêkê de, Pirograma Ahengê bi kêlîkeke rêzdar û bê deng, li ser giyanê Şêx Maşûqê Xeznewî û giyanên kurdistanê û şoreşa Sûriyê rawestiyan, û her wiha bi sirûda Ey reqîb dest pêkir.

Piştire birêvebirê Ahengê, derfet da partî û rêxistin û komeleyên amade, û gotin û nerînên wan  li ser rê û ronakbîriya Maşûqê Xiznewî û li ser bûyerên rojavayê kurdistanê û Sûriyê û her wiha birûsik û nameyên go hatibûn şiyadin jî, hatine xwendin.

Wekî din Ahengê, bi stran û helbestên Hunermend û Helbestvanên amade, wek:  Hunermend Hikmet Cemîl ( Bengîn), Zibêr Salih, Roj Elî, Zuhêr Cemîl û Helbestvana Kurd Mizgîn Hesko hatibû xemilandin, û ji rexekî din ve Çalakvanên Ciwanên Kurdan ( Sikêtşeke ) balkêş li ser bûyerên şoreşa Welatê Sûriyê pêşkêş kiribûn, û bi teybetî li ser astengî û pisgirêkên go dijmin dixwazê bi çi şêweyî mabê têxe nav Tevgera Kurdan xwe bixwe de, û nav hevpar welatiyên Herêma Kurdan  de pêşkêş kiribûn.

Berî dawiya Programê, Şêx Murşid Kurê Şêx Maşûqê nemir, yê go li Welatê (Nerwêcê) dijî, li ser kul û derdên go li Welatên beyaniyê dikşênê axivî, û her wiha li ser rewşa Kurd û Kurdistanê û Welatê Sûriyê bi tevayî rawestiya, di dawiye de hate xuyanî go vê ahengê bandoreke hestgerm li Mêhvanan kiribû, loma bi sipasî û xweşî aheng tewa kirin.

04.06.2012, Dortmund

Ebdibaqî Çeto

[email protected]

 

http://birati.de/index.php?option=com_content&view=article&id=9211:2012-06-03-18-21-44&catid=23:2011-06-12-11-37-07

Back to top button