
Li gor ku Rudaw radigihîne, tima ragihandina heciyên Kurdistanê ragihand ku îro (sêşem) heciyên Kurdistanê dawî li erkên xwe yên li hecê anîn.
Li gor daxuyaniyek a Tîma Ragihandina Heciyên Kurdistanê, piştî bi cih anîna rûkin û erkên hecê, îro êvarî nêzî 4 hezar û 650 heciyên Herêma Kurdistanê ji navçeya Mîna vedigerin bajarê Mekke û wê ji bo vegerê xwe amade bikin.
Herçendî îsal piraniya hêjmara heciyên cîhanê li Erebîstana Siûdî hêjmara pîvana nû tomar kirin û ji 4 milyonan derbas kir, lê heciyên Kurdistanê bi hêsanî ev erk anîn cih. Bi awayek giştî rewşa tendirûstiya wan baş e û tenê kesekî 30.10.2011’an jiyana xwe ji dest da. Ew kes ji Seyîd Sadiqe û li Mekke koça dawî kir.