Hevpeyvîn

Li Sûriyê niha derfeta herî baş heye

KURDWATCH, 8ê çiriya paşîna (November) 2011ê – Salih Muslim Mihemed (1951, endezyarê kîmyayê, zewicî ye, pênc zarok) ji sala 2010ê ve serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e, ku rêxistina Sûriyê ya PKKê ye. Ji ber tirsa ji çewisandina siyasî ew di sala 2010ê de reviyabî Iraqê û li wir di kampeke PYDê de li çiyayê Garê bi cî bibû. Piştî destpêkirina xwenîşandanên li dijî rêjîmê ew ligel endamên din ên PYD vegeriya Sûriyê. Roja piştî vegera wî ew beşdarî kombûneke cemawerî ya PYDê li Qamişlo bû. Di hevpeyvîna bi KurdWatchê re Salih Muslim Mihemed li ser rola PYDê di çarçeweya şoreş Sûriyê de û çalakiyên PYDê li Sûriyê diaxive.

Em dixwazin ji bo KurdWatchê li ser rewşa niha ya li Sûriyê hevpeyvînekê bi te re bikin. Dema te ji bo axavtinê heye?

Pêşî dixwazim bêjim ku têbîniyeke min li ser KurdWatchê heye. We berî rojekê yan duyê nûçeyek belav kir, tê de PYD bi hin kiryaran tê gunehkarkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ne karê we ye ku hûn tiştên nebûyî belav bikin. PYDê rêxistineke siyasî ye. Em zordariya ji ber armancine siyasî û çewisandina mirovan red dikin, em wê riswa dikin. Ji bo hertişt zelal be: PYD kesek nerevandiye û gef li tikesî nexwariye. Ka ji min re kesekî bînin ku dibêje ew ji aliyê PYD ve hatiye revandin an gef lê hatiye xwarin. Ev tenê propaganda ye, ku armanca wê tenê wêneyê PYD û tevgera azadîxwaz a kurdî reş bike. Em vê yekê qebûl nakin. Hin hêz hene ku li dû van karan in. Ew dixwazin PYDê wek hêzeke xwedî hejmareke mezin ji alîgeran pîs bike.

Mebesta te bi van “hêzan” çi ye?

Hin kes hene ku peywendiyên wan bi Tirkiyê re hene, bi taybetî bi şerê taybet re. Ev kes li wir hatine perwerdekirin û vegeriyane Sûriyê. Karê wan ew e ku wêneyê me reş bikin. Di deh salên dawî de hikûmeta tirkî di vî warî de hin tişt kirine.

Li Kobanî û Serê Kaniyê çalakvanên kurd hatin revandin û bi dijwarî hatin işkencekirin. Di herdu rewşan de PYD wek berpirsyara van kiryaran tê dîtin.

Mîna di tevaya civakan de di civaka kurdî de jî pirsgirêk hene. Hin bûyerên ne exlaqî hene, wek mînak bikaranîna muxederatan. Hin kes hene ku muxederatan difiroşin. Dewlet û hêzên tarî li pişt wan in. Ew dixwazin civakê ji hev bixin. Hin kes hene ku vî tiştî qebûl nakin. Ew ne em in. Li hin bajarên kurdî kerxane hene. Li vir jî hin kes hene ku li dijî vî tiştî ne. Ne PYD, lêbelê civak vî tiştî qebûl nake. Ji ber vê yekê tiştek normal e ku li dijî van karan helwest bên nîşandin. Hewildan tê kirin ku van helwestan bixin çarçeweyeke siyasî. Lê ti xelfiyeta siyasî tune.

Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê berdewam PYD bi tehdîdkirina çalakvanên xwe gunehkar kir. Wek mînak endama birêvebir a Şepêla Pêşerojê, Hervîn Osê, di hevpeyvînekê de bi radyoya Dengê Emerîkayê re dibêjê ku kadirên bilind ên PYD li Şamê ew bi kuştinê tehdîd kiriye.

Ev ne rast e. Tikesî ji PYD gef li tikesî nexwariye. Fermo belgeyan pêşkêşî me bikin. Em rêxistineke gel in. Herkes dikare bê cem me û me rexne bike. Ti pirsgirêka me bi vê yekê re tune.

Piştî hewildana pêşî ya kuştina wî peyvdarê Şepêla Pêşerojê, Mişeel Temo, bi awayekî ne yekser PYD ji bo vê kiryarê gunehkar kir. Ne kêm Kurd li Sûriyê di wê baweriyê de ne ku PYD li dû kuştina wî ye. Tu li ser vî tiştî çi dibêjî?

Mişeel Temo Kurdek û çalakvanek oposîtsyonê yê sûrî bû. Wek Kurd ew yek ji me bû. Ji bo me kuştina wî mîna ya yekî ji me bû. Tevî ku kêşeyên me yên siyasî hebûn, lê em di eniyeke hevbeş de li dijî rêjîma dewleta Sûriyê bûn. Em qet ne li pişt kuştina wî ne. Kujeran dixwest ku kesine din ji bo kiryara wan berpirsyar bên dîtin. Jê xerabtir tune ku kesek bê kuştin û malbata wî bi kuştina wî bê gunehkarkirin.

Ma di nav Kurdên Sûriyê de dijminên we hene?

Di hundirê civaka kurdî de dijminên me tunene. Hevalên me yên siyasî hene û hin kesên din hene ku em wan di warê siyasî de ne wekhev in. Em ne li bende ne ku herkes mîna me bifikire. Tenê ji ber ku kesek xwedî bîrûboçûnên din e, ew ne dijminê me ye. Dijminên gelê kurd dijminên me ne – wekî din ti dijminên me tunene.

Di salên heyştê yên sedsala buhurî de PKK li Sûriyê gelek rexnegirên kurd kuştin, li cem gelek ji yên din perçeyên laşên wan dihatin jêkirin. Gelekên din dihatin tehdîdkirin û rastî lêdanan dihatin. Gelo divê yek jê bitirse ku PYD jî wê di siberojê de heman karan bike?

Tiştê em ji wê demê dizanin, ger PKK hingî hin kes ceza kiribin, ji bo vê yekê sedem hebûn. An ew kes xayin bûn an jî ziyan gihandibûn PKK. Dadgehên PKK hebûn ku biryara li ser cezayan dida. An jî hin kes dihatin cezakirin, çimkî gel ew yek dixwest. PYD rêxistineke siyasî ye. Ger kesek xiyanetê bi me re bike, ewê bê cezakirin. Lê li cem me zordarî û kuştin tunene. PKK xwedî hêzên leşkerî ye, ku xwedî qanûnên taybetî ye, wek li her deverê di nav artêşê de. Ew ne weke rêxistineke siyasî tevdigerin.

Rexnegirên PYD dibêjin ku ti projeya wê ya sûrî tuneye. Hûn tên gunehkarkirin ku hûn tenê ji bo berjewendiyên PKK dixebitin.

Me li Sûriyê dibistanên zimên û navendên çandê vekirine, ne li Tirkiyê. Sedemek hey bê çima em li Sûriyê felsefe û îdyolociya Apo [Ebdela Ocalan] pêk tînin: Ew baştirîn çareserî ji bo pirsgirêkên kurdî li Kurdistana Sûriyê pêşkêş dike. Lê em fermanan ji ti aliyê ve nastînin.

PYD siberoja Kurdan li Sûriyê çawa dibîne?

Me projeyek pêşkêş kir: “Xweseriya Demokratîk”. Divê zelal be ku ev ne autonomî ye. Me hertişt şirove kiriye, me gavên praktîk destnîşan kirine û me dest bi bicîkirina vê projeyê kiriye. Em wek tevgera azadîxwaz a kurdî li dijî têgihiştina klasîk a desthilatê ne. Em modela klasîk a federalî, konfederalî, hikûmzatî û autonomiyê red dikin. Armanca me avakirina civateke kurdî ya nû û mirovê azad ê xwedî viyanek azad û ramanek azad e. Em çareseriyê di Xweseriya Demokratîk de dibînin. Mesele çêkirina civateke nû ye, mesele ne ew e bê ma parêzgerek a şaredarek ji me ye yan na. Mesele nûkirina civakê ji esas ve ye. Mesele çand, dezgeh, avakirin, rêxistin, gund û bajar in. Armanca me ne autonomî ye. Ew me Kurdan bi pêş naxe.

Hûn li ser daxwaza pejirandina Kurdan di destûrê de wek neteweya duyemîn çawa dibînin?

Em daxwaza me ye. Me ew li ser Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat ferz kir.

PYD li hin bajarên kurdî navendên çandê û dibistanên zimên vekirine. Armanca we ji wan çi ye?

Ev gavên konkrêt in ên Xweseriya Demokratîk. Em komeleyan ava dikin, dibistanên zimên, navendên jinan û navendên çandê vedikin. Em dixwazin ku gel bizanibe bê em çi dixwazin û ew piştgiriya projeya me bike. Gel bi xwe hîn nizane ku dezgehên mîna dibistanên zimên û navendên çandê giring in. Li Sûriyê niha derfeta herî baş heye, ku em van dibistan û navendan vekin. Tevî ku mesele tenê simbol e.

We ji bo vekirina van dibistan û navendan ji dewleta sûrî destûr stend?

Ji bo tiştên ku em ji bo gel dikin, em ji tikesî doza ti destûran nakin. Bingeha qanûnî ji bo van projeyan tuneye jî.

PYD dikarî berî niha jî bêyî stendina destûrê van projeyan pêk bîne. Çima niha, çi hatiye guhertin?

Me hingî jî têkoşîn dikir. Gelek endamên me ketin zindanan. Niha me nas kir ku ji dema destpêka bûyeran rêjîm nema dikare êrîşî me bike. Ger ew êrîşî me bike, ewê bibîne bê wê çi bibe. Em ji bûyeran sûdê digirin. Ji bo me ev derfeteke dîrokî ye. Mafek me heye û em vî mafî bi kar tînin. Em kesî nakujin û şerê kesî nakin. Em xwe û gel ji bo dema piştî rûxandina rêjîmê amade dikin.

Agahî hene ku endamên çekdar ên PYD li herêma Efrînê, li Kobanî û Dêrikê desthilatine taybetî ji dewleta Sûriyê stendine. Behsa kampên PYD tê kirin.

Ev ne rast e. Li çiyayê Garê li Iraqê bingeheke me heye, ez bi xwe li wir bûm. Endamên me li wir hatine û tên perwerdekirin. Gelek ji wan vegeriyan Sûriyê. Lê li vê derê ti kampên me tunene. Çekên me jî li vir tunene. Lê ger pêwîst be, em dikarin çekan bistînin. Em dikarin gelê xwe biparêzin. Armanca me ne desthilat e. Komên me li her deverê ne, li bajar û gundan. Em gelê xwe hîn dikin bê ew çawa dikare xwe biparêze. Mesele ne ew e ku em kesan ji derve bînin, da ew xelkê biparêzin. Gerek gelê me xwe bi xwe biparêze.

Di salên dawî de gelek endam û alîgerên PYD hatin girtin û cezayên dirêj li wan hatin birîn. Tu bi xwe jî ji ber tirsa girtinê reviya Iraqê. Piştî destpêkirina xwenîşandanên dijî rêjîmê tu û gelek endamên PYD vegeriyan Sûriyê. Hûn bi azadî diçin û tên, xwenîşandanan pêk tînin, dibistanên zimên û navendên çandê vedikin bêyî ku dewlet rê li ber we bigire. Gelo di navbera PYD û rêjîma Sûriyê de ti lihevhatin hene?

Dema ez hatm Sûriyê, kadirên çekdar ên partiya min bi min re bûn. Ez hatime, da ku partiya xwe di têkoşîna niha de bi rê ve bibim. Dewlet dizane ku ger serokê PYD bê girtin, li her derê wê protestoyên giran pêk bên. Dewlet nikare vê yekê bixwaze.

Li Sûriyê gelek deng hene ku doza rûxandina serok Beşar el-Esed û rêjîma wî dikin. Hûn doza çi dikin?

Em doza guhertineke bingehîn a nîzama zordar dikin. Hin kes hene ku dirûşma rûxandina rêjîmê bilind dikin. Em bi xwe doza rûxandina nîzama autorîtêr a zordar dikin. Pirsgirêkên me ne pirsgirêkên desthilatê ne. Li Şamê desthilatdar tên û diçin. Ji bo me Kurdan ev yek ne ewqas giring e. Giring e ku em Kurd hebûna we ferz bikin. Ne rêjîma niha me qebûl dike, ne desthilatdarên ku dibe piştre bên. Siyaseta me ji ya xwestina desthilatê cuda ye. Divê ev yek zelal be.

Hûn difikirin bi Biraderên Musilman re kar bikin?

Na. Biraderên Musilman hebûna Kurdan napejirînin. Wan bi Tirkiyê re peymanek imze kiriye, ku ewê hebûna Kurdan qebûl nekin ger ew li Sûriyê bibin desthilatdar.

Biraderên Musilman qebûl dikin ku li Sûriyê Kurd hene û ku ji bilî mafên wan ên çandî mafê wan ê bidestxistina mafên welatîbûnê heye.

Mebesta te mafên asîmîlîkirinê ye. Di nasnameyê de wê hingî bê nivîsandin ku welatiyê kurd welatiyek sûrî yê ereb e. Zimanê kurdî wê berdewam qedexe bimîne. Ji bo Kurdan mafên welatîbûnê ne bes in. Em dixwazin ku Kurd di destûrê de bên pejirandn.

Berî çend hefteyan endamê encûmena rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Duran Kalkan, got ku PKK li Sûriyê di şerekî li dijî AKP de ye. Cemîl Bayik, endamek din ê rêvebir ê KCK, got ku PKK wê şerê Tirkiyê bike ger ew destên xwe bixe nav karûbarên Sûriyê. Nerîna PYD li ser vê meseleyê çi ye?

Rast e, ev helwesta me ye jî. Em xwedî heman felsefe û îdyolocî ne. Lê mebest şerê siyasî ye. Ger Tirkî li dijî hebûna Kurdan derkeve, hingî emê bêdeng nemînin. Di deh salên dawî de ku peywendiyên Tirkî bi dewleta sûrî re baş bûn, wê ji xwe re di nav Kurdan de jî zilam çêkirin. Zilamên Tirkiyê li Kurdistana Sûriyê ji bo bûyerên li vir berpirsyar in. Tirkî ditirse ku Kurdên li Kurdistana Sûriyê bigihên mafên xwe.

Kî ne zilamên kurd ên Tirkiyê?

Hemû kesên ku niha di Encûmena Niştimanî ya Sûrî de ne û peymana bi Tirkiyê re imze kirine. Em ne di wê baweriyê de ne ku ew dizanin bê li dora wan çi diqewime. Kesê ku eşkere ne li dijî helwesta tirkî be, em wî wek zilamê Tirkiyê dibînin.

Di Encûmena Niştimanî ya Sûrî de nûnerên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê jî hene. Herdu partî, mîna PYD, endamên Tevgera Kurdî ya Niştimanî li Sûriyê ne.

Belê, em dizanin. Me ji wan re got ku ev tişt me aciz dike. Em ji wan helwesteke eşkere dixwazin. Dibe ku ew nizanin bê çi di peymana Encûmena Niştimanî ya Sûrî bi Tirkiyê re de hatiye nivîsandin.

Back to top button