Polîtîk

Serdana Barzanî ya Ewropa berdewam e

Serdana serokê Kurdistanê ya welatê Belçîka berdemam dike. Barzanî serokê parlementoya Belçîkîre hevdîtinek kir î piştre jî li avahiya Wezareta Derveya Belçîkayê, Stevin Vana Kêrî Wezîrê Derveyê Belçîkayê pêşwaziya rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir. Di civînê de Wezîrê Derveyê Belçîkayê şahbuna xwe û welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî nîşan da û hevsoziya xwe jî ji bo bêhtir haydarbûna ji rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê nîşanda û çêkirina têkiliyên siyasî û aborî û kulturî di navbera Herêma Kurdistanê û welatê xwe de jî bi mifa da nasandin.

Li beramber da Serok Barzanî ji bilî şîrovekirina pêvajoya jiyana siyasî û aborî û îdariya Herêma Kurdistanê daxwazên xwe û gelê Kurdistanê ji bo zêdetir nêzîkbûna Ewrûpa li Herêma Kurdistanê û beşdarîkirina li pêvajoya demokratî li Iraq û avadankirina li Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Ji aliyekî din ve her li vê kombûnê da, Wezîrê Derveyê Belçîka agahdariya xwe li pêşketinên Herêma Kurdistanê li warê asayîş û aramî û rêkxistina civakî û malbatan û dadgehan behs kir û tekez li ser piştgîriya wan projeyên li Herêma Kurdistanê ku birêve diçin kir û bi hêviyê ve behsa wê pêwendiya xurta ku li sayeya kar û projeyên hevbeşa siyasî û aborî û kultûriya li navbera her du aliyan de bi cîh dike kir.

Serok Barzanî jî ji bilî nîşandana amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo rêkxistina wan pêwendiyan, veguhestina Balyozxaneya Belçîkayê ji Ammanê bo Bexda û vekirina Konsolxaneyek jî li Herêma Kurdistanê wekî daxwazek xiste rû.

Back to top button