HDPê xwe ji hukumetê da aliyekî

Du wezîrên HDPê di hukumeta Tirkiye de dest ji karê xwe kişandin.Di wezîrên HDPê di hukumeta ku di bin serokatiya serokwezîr Davutoglu da cih girtîbûn. Lê civîna herî dawî ya hukumetê de, hinek wezîran xwestin ji bo helwesta herdu wezîrên HDPê, Müslüm Doğan û Ali Haydar Konca wan ji hukumetê dûr bêxin. Li ser vê yekê wezîran xwe ji hukumeta dan aliyekî.Di civînê de xatir ji Dawutoglu xwestin derketin derve. Di wezîrên din di dewsa wan de hatin  destnîşan kirin.Wek tê zanin dema hukumeta ji bo hilbijartina hate avakirin CHPê û MHPê di hukumetê de cih nestandin. Lê du parlementerên HDPê cih standin û bûn beşek ji desthilata Tirkiye.Ev helwesta HDPê gelek hate minaqeşekirin . Lê wan aliyekî di hukumetê de cih girt û aliyek din jî muxalefeta hukumetê dikiran.

Nerîna min :