Cîhan bi ezmûna Herêma Kurdistanê dilxweş e
Di civîna Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Desteya Destpakî ligel dîplomatkar û nûnerên welatên biyanî rewşa Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û nûnerên wan welatan da zanîn ku ew bi ezmûna Herêma Kurdistanê dilxweş in.Di civîneje hevbeş di navbera Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Desteya Destpakî ligel dîplomatkar û nûnerên welatên biyanî de, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Miftefa jibilî bixêrhatina nûnerên welatên biyanî li Herêmê ragihand ku aliyên siyasî li Kurdistanê berdewam in li ser gotûbêjan li ser dîtina çareyeke baş bo hemû pirsan.Felah Miftefa piştre ronahî xist der rewşa leşkerî û wiha got, şerê DAIŞê bidawî nehatiye û pêwîstiya me bi piştevaniyeke berdewam heye.Herwiha derbarê rewşa mirovî jî Misteva ji nûnerên welatên biyanî re da zanîn ku, hejmara koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kêm nebûye û alîkariyên mirovî jî ne di asta pêwîst de ne.Ji aliyê xwe ve nûnerên welatên biyanî da zanîn ku ew bi ezmûna Herêma Kurdistanê dilxweş in û tekez kirin ew amade ne bo her awayeke hevahengiyê û têkeliyan bi Herêma Kurdistanê re.


