Nûçeyek di rûdawê de di derbarê êrîş ali ser Rûdawê û herweha li himber vê yekê helwesta hinek parlementerên BDP hate weşandin. Beşek ji nûçê bi vî awayiye:“Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tundî êrîşa li ser Rûdawê şermezar kirin. parlementeran heman demê ameje bi wê yekê jî kirin ku Rudaw ji ber bandora xwe ya di nava gel de û hêza xwe ya mezin rastî êrîşên DAIŞê hatiye. Parlementerê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier ji Rudawê re got, dibe ku rojên pêşiya me êrîşên DAIŞê li ser saziyên netewî zêdetir bibin û ew cih zêdetir bibin armanca êrîşên DAIŞê.  Îmam Taşçier ji Rûdawê re wiha got: “DAIŞ çi caran naxwaze kurd bibin xwedî maf û statu. Ji ber wê DAIŞ kê bihêz dibîne êrîşî wî dike. Çima Rûdaw? Ji ber ku tesîra xebatên wî li ser gel zêde heye. yanî DAIŞ dibêje eger êrîşê Rudawê bikim dê tesîra teqîna min zêdetir çêbe û dê zêdetir bê bihîstin.” Parlementerê HDPê yê Izmîrê Muslum dogan jî êrîşa li dijî Rudawê şermiezar kir û got, Rûdaw bûye hêzêke mezin û ew hêze jî çavên DAIŞê ditirsîne. Parlementerê HDPê yê Izmîrê Muslum Dogan derbarê êrişa ser Rûdawê de ragihand: “Kurd çiqas bihêz bibin dê êrîş jî zêdetir bin. Êrîşa çeteyên DAIŞê bo ser Rûdawê, gorî îdeolojiya wan tiştekî rast e, ji ber ku DAIŞ dixwaze bi êrîşên xwe deskevtên kurdan tine bike. Em bi tundî şermezar dikin, ez bi tundî şermezar dikim. Lê ez bawer dikim ku ew çend êrîşî me bikin em dê bihêztir bibin û saziyên me dê zêdetir bibin.” “ Ji berî her tiştekî parlementerên HDPê û HDP êrîşa li ser Rudawê şermezar bikin û dikin, ev çihê dilxweşîyê ye. Êrîş ji alyên partî, kesayet, rêxistin û medya kurdî û herweha ji aliyê hinek welatan vê jî hate şermezar kirin. Rastî ev yek hesasiya li dijê terora li himber medyayê dide nîşandin û gelekî hêjaye. Lê hinek tişt hene ku mirov nikarê behsê neke yan jî çavê xwe lê bigre. Ev êrîşa lidijê Rudawê ne êrîşek yekeme. Ji berî niha li Hewlêr hinek aligirên PKKê êrîşê Rûdawê kirin û hinek peyamnêrên Rudawê birîndar kirin. Ev du cara li Hewlêr tekrar bû. Li Bakur HDPê Rudaw ji kongreyên xwe derxistin û çend cara êrîşê peyamnêrên Rudawê kirin. Li Kurdistana Rojava eynê zihniyetê weşana Rudawê qedexe kir.  Rûdaw li gelek cihan bo armanca êrîşên PKKê û HDP û PYDê. Başe hinge helwesta parlementerên HDPê çibû? Ji bo çi dengê wan derneket? Niha heman pirs di derbarê van êrîşan de eynî kesên HDPê bê pirsîn gelo dê çi bersivê bidin? Tenê wek têbiniyekî me xwest em bînin bîra demokratxwazên(!) 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: