
Serok Barzanî li gel kesayetî û nûnerên gundên nû azadkiriyên Kakeiyan civiyaLi Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmarek kesayetî û rihspî û nûnerên gundên nû azadkiriyên Kakeiyan yên li sînora mîhwera Xazir civiya.Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasî Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku mezargeh û cihên pîroz û gundên wan li bin destê terorîstên Da’îş azad kirine û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge hebû. Her wiha daxwaz kirin ku gund û navçeyên wan ji mîn û teqemenî û paşmayên têkderaneya terorîstan bê paqij kirin û xizmetguzariyên pêwîst jî bigihe navçeyên nû azadkirî.Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî li gotarek de balkişand li ser wê yekê ku xuşk û birayên Kakeiyan beşekî azîz û taybetiyê gelê Kurdin û roleke wan ya ber bi çav li xebat û şoreşa gelê xwe da heye.Her wiha ronahî xiste li ser dirindeyî ya terorîstên Da’îş û ew êş û kavilkariya li encama êrîşa terorîstan li ser xelkê navçeyê da hatiye û ragihand ku cihê şanazî ya gelê Kurdistanê ye ku efsaneya Da’îş li ser destê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate têkşikandin û amadebûyan ji wê yekê dilniya kir ku hemû navçeyên wan yên li bin destê Da’îş de bêne azad kirin û dê bextewerî û xweşguzeranî û xizmetguzarî jî nigihe navçeyên nû azadkirî û tekez jî li wê yekê kir ku piştevaniya tevahiya daxwazên xuşk û birayên Kakeiyan ji bo eweye bikarin bi azadî û serbilindî vegerin ser navçe û gundên xwe û giriftên wan bêne çareser kirin.