Cîhan
Teqîna Bexdayê 167 kuştî
Di teqîna Bexdayê de hêjmara kuştiyan çikas diçe zêde dibe. Heta niha jî termên miriyan di bin avahiya hilweşayî de derdike.Hêjmara kuştiyên teqînê gihaye 167 kesa û zêdeyî 200 kesan jî birîndarin. Vê teqînê bexda hejand û dikare bibe sedemê hilweşandina hukumetê jî.Piştî teqînê li devera teqîn lê pêkhatî li Bexdayê xwepêşandanek girsehî hate li darxistin.Xwepêşandan dixwazin wezîrê navxwe û herweha Fermandarê operasyonên Bexdayê dest ji kar berdin.