CivakRojev

HDP got na Buldan got “erê”

Di parlementoya Tirkiye tezkereya ku rê dide artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê operasyonên serbazî pêk bîne, hate qebûl kirin. Tezgere heta du sala hate dirêj kirin. Tezkere bi piraniya dengan hat dirêjkirin, tezkere li ser daxwaziya serokkomariyê hate parlementoyê û bi piraniya denga hate qebûl kirin.

AK Partî, MHP, ÎYÎ Partî û DEVA ji bo tezkereyê dengê “erê” bikar anîn. CHP û HDP li dijî tezkereyê derketin û dengên”na” dan. Lê hevseroka HDPê Pervîn Buldan dengê “erê” da tezkereyê. Hinek hevalên wê bala wê kişandin lê dengê Buldan wek erê hate qebul kirin. Veca rastî nayê zanîn Buldan bi xeletî dengê “erê” daye yan bi zanebûn helwesta xwe daniyê holê.

Eve demek dirêje ku CHP cara yekem li dijê ku Tirkiye artêşa xwe rêbike derve disekine. Ev yek wek guhertinek radikal di nava CHPê de tê nirxandin. Taybetî piştî serdana heyetek bilind a CHPê ya başûrê Kurdistanê, di siyaseta CHPê de hinek guhertinên berbiçav tên xûyakirin.

Back to top button