Nivîsar

HDP ber bi AKPê ve yan CHPê ve diçe!

Roja 3yê Mijdarê AKP’ê piştî ku xebatên xwe yên ji bo guhertina destûrê  li gel partiyên siyasî hevdîtin kirin. Destpêkê de li gel MHP,piştre li gel CHPû û li gel HDPê civiya.

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê Mustafa Elîtaş û Alîkarê Serokê Giştî Alî Îhsan Yavuz serdana Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin.

Wekîlên Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç û Berdevka Partiyê Ebru Gunay beşdarî civînê bûn.

Bê guman ev yek bû rojevek sereke di siyaseta Tirkiye de. Gelek aliyan ev yek nirxand û şiroveyên gelek cuda li ser vê yekê hatin kirin. Heta gelek kes di nava AK Partiyê de dîtinên di derbarê HDPê de bi carekî de guhertin behsa girîngiya vê hevdîtinê kirin. Herweha hinek di nava AK Partiyê de ji vê hevdîtinê ne dilxweşbûn lê piranî bê deng man yan jî helwestek gelek zeyif li dijê vê hevdîtinê dan xûyakirin.

Di nava AK Partiyê de hinek vê yekê ji bo HDPê wek firsendekî dibînin û dibejin ku, projeya AKPê ya “ Vizyona  sedsalî“ de gerek cihê diyalogê hebe û bila HDP vê firsende ji dest nede.

Tê zanin ku AK Partî di serî de Erdogan  HDPê wek partiyek di bin bandora PKKê de dide nasandin û di her axaftina xwe de vekirî dibêje ku, HDP partiyeka “rêxistina terorist“ e. Ji berî du rojan wezîrê navxwe li Şirnexê axavtinek kir û got:  Berê xwe bidinê eve bi salana em dibêjin wan(behsa HDPê dike) hun partiya PKKê ne. Ew aciz nabin, şermê nakin û nabêjin em ne welê ne.

Ji aliyek din di parlementoyê de di civîna Komisyonê de, ev cara yekem e di navbera parlementerên AK Partî û yê HDPê de axvtinek normal pêktê. Parlementerên AK Partiyê li gel parlementerê HDPê Alî Kenanoglu diyalogî bi ger dibe. Gelek parlementerên muxalefetê vê yekê wek destpêka prosesekî nû di navbera AK Partiyê û HDPê de nirxandin.

HD û PKK dema behsa desthilata AK Partiyê û Erdogan dike herî kêm gotina “ desthilata AKPê û MHPê ya faşîst“ bi kar tîne. Rewşa nirxandinên herdu aliyan ev e.

Lê dixweyê aliyê CHPê û taybetî çepên Tirk ji vê hevdîtinê ne dilxweş bûn. Tirsa ku dê bandora xwe li ser HDPê winda bikin kete dilê wan.

Tê zanin ku eve demek e, li Îmralî hevdîtin di navbera heyetên AK Partiyê û Ocalan de têne kirin. Di van hevdîtinan de pêvajoya hilbijartina û herweha dê çewe dengên HDPê ber bi AK Partiyê ve bibin tê gotubêj kirin. Eger dengên HDPê di van hilbijartinan de, ber bi AK Partiyê ve herin, muxalefet heta 5 salên din jî  wek muxalefet dimîne.

CHP hesabê xwe hemûyê li ser dengên HDPê dike. Serokê CHPê Kiliçdaroglu dibêje ku, di pirsa Kurd de muxatabê me HDP ye û eve demeke peyamên germ navbera CHPê û Demirtaş de têne dayîn.

Dema bûyera mersinê de (çalakiya ku PKKê li himber mala polisan de kirî û çekdarên PKKê xwe teqandîn) Demirtaş ev bûyer şermezar kirîbû, PKKê bi tundî bersiva Demirtaş da û dabû xûyakirin ku Demirtaş hewldide xwe ji CHPê re şirîn dike.

Niha jî rewşek din derket holê û her aliyek li gora berjewendiya xwe vê yekê dinirxîne.

Li Tirkiye prensîbên siyasetê bi vî awayê ye, dohî awayekî ye û îro berevacî ya dohî awayek dine. Ev yek bûye wek helwestek asayî.

Zelale ku: AK Partî li ser Ocalan û CHP û çep jî li ser Demirtaş hesaba dikin. Dema nêzikî hilbijartina dê reş û spî eşkere bibe. Hinge tu bihayê daxûyanî û nirxandina jî namîne.

9.11.2022

Nêrîn / Şirove

Back to top button