Polîtîk

Peyama HAK-PARê ji bo serok Barzanî

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan nameyeka pîrozbahiyê arasteyî serok Barzanî kir.

Peyama Duzgun Kaplan:

“Ez li ser navê HAK-PAR’ê pîrozbahiyê li cenabê we dikim ku hûn di Kongreya 14an a PDKê de
careke din weke Serokê Giştî hatin hilbijartin.

PDK di têkoşîna azadiyê ya gelê me yê başûrê welatê me de, li pey xwe dîroka 76 salan ya ku tijî
êş û qehremaniyên mezin û bi serkeftinên ku her Kurdekî birûmet bi serbilindî hembêz dike,
gihîştiye vê rojê.

We her tim bi hilgirtina ala azadiyê ya ku we ji Şêx Ahmet Barzanî û Rêberê Nemir Mele Mistefa Barzanî wergirtibû bi rûmet û serkeftinek mezin cihê xwe di dilê her Kurdekî de girt.
Em hewl û siyaseta hevçax ku hûn weke Pêşmerge û bi fedekariya pêşmerge dikin, ya ku pêdiviya gelê me bi wê heye, bi rêz û hurmet dişopînîn. Em ji dil bawer in ku hûn dê xizmetên zêdetir pêşkêşî gelê me bikin. Ji cenabê we re jiyanek dirêj û seheteke saxlem dixwazim.”

Back to top button