Lahor Cengî pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dike

Ji minasebeta kongreya 14mîn a PDKê gelek pîrozbahî li serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û ji Mesruru barzanî têne kirin. Partî, aliyên siyasî û hinek kesayet pîrozbahiya li PDKê dikin.
Pîrozbahiya balkêş ya hevserokê berê yê YNKê Lahor Cengiye. Lahor cengê peyameke pîrozbahiyê arasteyî cîgirê duyem yê PDKê Mesrur Barzanî kir.
Roja 7ê Mijdarê, bi minasebeta serkeftina Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û destnîşankirina Mesrûr Barzanî wek Cîgirê Serokê PDKê, peyameke pîrozbahiyê ji Lahor Cengî bo Mesrûr Barzanî gihişt û hêviya serkeftinê ji bo PDKê xwest.
Mesrûr Barzanî ji bo peyama pîrozbahiyê spasiya Lahor Cengî kir.
Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya PDKê li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir û roja 6ê Mijdarê jî bi merasîmekê ku tê de encamên hilbijartina endamên Komîta Navendî hatin ragihandin û gotarekê ji aliyê Serok Barzanî ve bi dawî bû.