Polîtîk

PAK peyameke pîrozbahiyê aresteyî serok Barzanî dike

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelik namek pîrozbahiyê aresteyê serok Barzanî dike.

Rêzdar Mesûd Barzanî

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê(PDK)

Serokê Rêzdar

14emîn kongreya PDKyê bi awayekî serkeftî bidawî hat.

Em di wê bawerîyê da ne ku, encamên kongreya 14emîn a PDKyê,  ji bo hemû rêveber û endamên PDKyê jî, ji bo  gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî , di  berdewamîya xebat û têkoîşîna hemû şehîd û kedkarên doza azadîya Kurdistanê da,  dê bibe destpêkeke nû.

Herweha, em di wê bawerîyê da ne ku,  ji bo ku pirsa Kurd û Kurdistanê,  li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê  bi rêyên aştîyane, sîyasî û bi dîyalogan bêne çareser kirin jî, encamên kongreya 14emîn a PDKyê dê roleke  girîng, çêker û neteweyî bilihîze.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me PAKê, ji ber careke din wek Serokê PDKyê hilbijartina cenabê we, bi rêzdarî cenabê we  pîroz dikim. Cîhgirên Serokê PDKyê Rêzdar Nêçirvan Barzanî û Rêzdar Mesrûr Barzanî û Komîteya Navendî ya nû ya PDKyê pîroz dikim. Serkeftinê ji cenabê we û ji hemû rêvebir û endamên PDKyê ra dixwazim.

Li gel rêzên xwe

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Back to top button