Polîtîk

Bahçeli:Hevdîtina AKPê û HDPê asayî ye û rast e

Serokê MHPê Devlet bahçelî di guruba partiya xwe di parlementoyê de axivî û behsa rojeva siyasî kir. Bahçelî gelek bi tundî êrîşê serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir ew bi xirabiyên mezin tohmetbar kir.

Beşek di axavtina xwe de Bahçelî behsa hevdîtina AKPê û HDPê kir û got: Di vê navberê de, ji bo guftûgokirina guhertina destûrê, serdana şanda AK Partiyê ya partiyên siyasî yên ku di Parlamentoyê de komeke wan heye, gaveke pir asayî û rast e. Çima bi HDP’ê re hevdîtin kiriye? Em dê ji vê re çi bibêjin, dê çawa nêzîkî vê yekê bibin? Ne hewce ye ku ez dubare bikim ka em çawa li HDPê dinêrin. Ev helwesteke îflas kiriye ku yên li ser peywendiya şanda AK Partiyê ya bi CHPê re bêdeng dimînin, lê li ser pişt me behsa HDPê bikin. CHP ji bo me çi ye HDP ew e.”

Back to top button