Civak

Şûna Madrîdê hatin Mêrdînê !

Ajanseke tûrîzmê ya li Rûsyayê xeletiyeke nedîtî kir û mişteriyên xwe li şûna ku bişîne paytexta Spanya Madrîdê, şand Mêrdînê. Tûrîstên ku dema hatin balafirgehê matmayî man, ew rojekî li Mêrdînê man û dan diyarkirin ku, wan Mêrdîn gelekî eciband.

Ajanseke geştiyariyê li Rûsyayê xeletiyeke balkêş kir. Ajansa ku xwest mişteriyên xwe bi ser Stenbolê re bişîne Madrîda paytexta Spanyayê, bi xeletî şand Mêrdînê.

LI ŞÛNA MADRÎDÊ TÊN MÊRDÎNÊ
Piştî balefirê danî û gruba geştiyar li balefirxaneyê daketine, pê hesiyane ku li şûna Madrîdê hatine Mêrdînê. Rêvebirê geştiyariyê Bekîr Falay diyar kir ku geştiyarên Rûs li Mêrdînê rojek xweş derbas kirine û wiha got: “Daxwaza çûna Madrîdê ji Rûsyayê heye. Ajans li wê derê ji dêvla Madrîdê bilêta Mêrdînê ya bi Stenbolê ve girêdide. Dema mişteriyên tên Mêrdînê rastî sosreteke neçaverêkirî tên û matmayî dimînin. Tevî vê tevliheviyê jî me gelek baş mazûvaniya turîstan kir. Wan rojek pir xweş derbas kir, “


Serokê Komeleya Karsazên Tûrîzmê ya Mêrdînê Aslan Paşaoglu, diyar kir ku turîst tevî xeletiyê jî ji Mêrdînê pir hez kirin. Ji aliyê din ve hat tomarkirin ku geştyar roja din ji bajêr derketin û di ser Stenbolê re li balafira Madrîdê siwar bûn.

Back to top button