Cîhan

Serokwezîrê Swêd û Erdogan li hevkirin

Serokomkarê Tirkiye  Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtin  ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin,piştî hevdîtinê  konferansek hevbeş a çapemeniyê hate li darxistin.

Erdogan bi gotina, “Dema ku em amadekariya hilbijartinên 2023’an dikin, divê em bi rihetî bi gelê xwe re rû bi rû bin” Erdogan bi vê yekê peyama hilbijartinan jî da.  Serokwezîrê Swêd Kristersson jî diyar kir ku welatê wî ji şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKK’ê fêm dike û got, “Swêd wê hemû sozên ku li hemberî Tirkiyeyê daye, bi cih bîne.”

Naveroka gotara Erdogan:

Swêd ji bo ewlekariya xwe endametiya NATOyê dixwaze, û em dixwazin Swêdeke ku piştgiriya fikarên me yên ewlehiyê bike bibînin. Divê rê li ber rêxistinên terorê PKK/PYD/YPG, FETÖ û DHKP-C bê girtin ku ew warê demokrasiya ku li Swêd heyî îstismar bikin.

Daxwaza me ya ji dil ew e ku endametiya Swêdê ya NATOyê pêk were û piştî bi temamî cîbicîkirina memoranduma sê alî, pîvaneke tifaqê li peywendiyên me were zêdekirin.

Em bi sozdariya hikûmeta nû ya Swêdê ya ji bo cîbicîkirina peymana sêalî kêfxweş in. Di hevdîtinên me yên bi Serokwezîr re, min hêviyên xwe yên ji bo pêkanîna gavên berbiçav parve kirin. Divê rê li rêxistinên terorê bê girtin ku ew demokrasiya Swêdê îstismar dikin. Hecma bazirganiya me gihişt 3,7 milyar û rekorek şikand. Armanca me ew e ku em vê reqemê bigihînin 5 milyar dolaran. Hêvîdar im hevdîtina me li gorî berjewendiyên hevpar rûpeleke nû di têkiliyên me de veke.”

Naveroka gotara serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson:

“Ez 3 hefte berê wek serokwezîrê nû hatim hilbijartin. Me civîneke pir berhemdar kir. Em li ser çawaniya başkirina peywendiyên di navbera Tirkiye û Swêdê de axivîn.  Swêd têdigihê ku şerê Tirkiyê li dijî rêxistina terorê PKK heye. Ez diyar dikim ku em vê yekê fêm dikin. Em dixwazin Swêd di têkoşîna li dijî terorê de alîkariya Tirkiyeyê bike. Swêd PKKê wek rêxistineke terorîst dibîne. Swêd ji bo endamtiya NATOyê serlêdan kir. Tirkiye 70 sal berê tevlî NATO yê bûye. Tevlîbûna vê tifaqê jiyanî ye. Ji bo endametiya NATO’yê pêwîstî bi wergirtina berpirsyariyên hevalbendên din heye. Em berpirsiyariya ku endametiya NATOyê dixe ser milê me dizanin. Em dizanin ku yek ji hevalbendên me yên NATO ku ji bandora terorê lê bûye Tirkiye ye. Swêd dê li gorî sozên ku li hember Tirkiyê daye, tevbigere. Em ê jî peymana sê alî bi temamî pêk bînin. Ez û Serokomar Erdogan li ser mijarên navneteweyî jî axivîn.

Back to top button