Awrîng Şêx Elî:Derî bo te bê vekirin, tu jî dê bibî PDKyî

Endama PDKê û yasanas û çalakvan Awrîng Şêx Elî dibêje, kongreya PDKê serkeftî û giring bû. Ji wê jî giringtir ew bû ku hemû endam bi serbilindî û bi yek çavî kongre serxistin û ew gotinên Seidî Pîre yên li ser Kongreya PDKê dike, ji ber dîtina teng a partiya wî bixwe ye.

Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre di hevpeyvînekî de êrîşî ser hin endamên li pêş ên PDKê kir û bi awayekî nerasterast êrîş kir ser ew kesên ji partiyên din cuda bûne û beşdarî PDKê bûne kir.

Vê derbarê de endama PDKê û yasanas Awrîng Şêx Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hemû mirovek nav PDKê de rêz lê tê girtin û rêvebere. Merc nîne ew kese xwedî paye û pile be. Gelek kes heye ji partiya Kak Seidî Pîre ve tên bo nav PDKê û ti paye û pileyekî naxwazin. Tenê dixwazin neyên şikandin û neyên tometbar kirin li ser tiştên wirde wê de. Her partiyek bêhurmetiyê li hember endamên xwe bike, dê ew kesane ji wê partiyê qut bibin. Gotinên Kak Seidî jî ew e dê endamên din jî qut bibin û beşdarî nav PDKê bikin. Dixwaze bi wan gotinan rêgiriyê bike, ku kesên din neyên nav PDKê û çanda tirsê belav bike. Dibe ku Kak Seidî waha di nav partiya xwe de rehet be, ji ber fêrbûye, lê endamên din wê bêhurmetiyê qebûl nakin, ji ber wê jî têne nav PDKê.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Seidî Pîre bila kêmek rê bihêle, dibe ku rojekî eger derî bo bê vekirin, ew jî bibe PDKyî. Gelek rêveber û polîtburo hebûn dijatiya PDKê dikirin. Lê naha geheştin wê baweriyê ku nav PDKê de rêz li wan tê girtin. Ne ku ji ber milmilaneyên partiyan nav xwe de bikujin, yan jî sivikayî û heqaret lê bê kirin.’’

Awrîng Şêx Elî diyar kir: ‘’Kongreya PDKê û awayê diyar kirina endamên Komîteya Navendî li gel endamên kongreya PDKê, bi aqlê teng ê Seidî Pîre û yên wekî wî gelek mezintire. Herwaha cenabê Serok Barzanî diyar kir, ti kesek û endamekî me zêde nîne.’’

Herwaha got: ‘’Helbijartin proseyekî demokratîke û herkesek bi singekî fire encaman qebûl dike. PDKyî bûyîn bixwe pile û payeya herî mezine û destkefte. Lê Kak Seidî hûn dikarin şikestên kongreya xwe û hemû wan pirsgirêkên ku piştî kongreyê derketin pêş bi wan êrîşan veşêrin. Waye hûn bixwe li ber çavê hemû xelkê hevdu tesfiyet dikin û dikujin.’’

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: