Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e!

 

 

 Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî da bûbû ekolek û heta sala 1943’ê weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got:

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.

Li gel kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23’an nivîsên kurdî ê kovarê bi alfabeyên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemî hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Elî Bedirxan, ko êdî ew jî wê çaxê hatibû Lubnanê, derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya kurdî da bûn kesên navdar.

Roja destpêka weşana kovara Hawarê (15’ê gulanê) îro weke Roja zimanê kurdî tê pîrozkirin.

Mîr Celadet Bedirxan yekem hejmara kovara Hawarê de armanca xwe wiha aniye ziman:

 

Armanc û Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê*

  Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweþiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.

Hawara me berî her tiþtî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ko ziman þerta heyînê a pêþîn e. Hawar jû (ji îro û) pêve bi her tiþtê koKurdanî û Kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiþtiye, bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, huner û sinehetê de dê bixebitin.

*          *          *

Awayê xebatê: karekî ko bikare biçe serî, divêt jê re pironivîsek bêt çêkirin, me pironivîsa xwe li ser bingehên jêrîn lêkirî ye.

1 – Belavkirina Alfabêya Kurdî di nav Kurdan û hînkirina wê. Senifandina zimanê Kurdî û hin bi hin di komelê de belavkirin û pêþdetir diþiklê kitêbê de derêxistin.

2 – Sehîtiya zarên Kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî ser mirovatiya zimanê Kurdî digel zimanên din ên arî. Sehîtî ser bingehên zimanê Kurdî, ser dîrok û awayê rabûna û pêþveketina wî.

3 – Ber hevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlît laje û stranên Kurdî û birêve belavkirina wan.

4 – Senifandin û belavkirina dîwanên Kurdî. Bi van ve jînenîgariyên þaîr û mirovên bijarte jî dê bên belav kirin.

5 –  Sehîtî ser reqs û qeydeyên stranên Kurdî.

6 –  Sehîtî ser her texlît rêzikên Kurdî û Kurdistanê, yên zemanê borî û yên îro û senifandina wan û sehîtî ser pîþ û sinhetên Kurdî.

7 – Dîrok û erdnîgarî: Sehîtî ser tevayiya dîrok û erdnîgariya Kurdistanê û ser dîroka eþîran, berî, paþî û di wextê Mîr –Þeref de.

*          *          *

  Awayê nivîsandinê: Di heqê zimanê me de heta niho gelek tiþt hatine gotin di nav van gotinan de tiþtne rast û nerast jî hene. Ez ko Kurd û Kurdmanc ziman im û zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft heþt zimanên din daniye ber hev, kîtkîtên wî hûrhûnadine; qeydeyên wî ji hev derxistine, dikarim ji biyaniyan bêhtir û qenctir dehkera wî bidim xuyakirin û zanîn.

  Zimanê me îro hem freh hem teng e. Freh e: bi her tiþtê ko Kurd pê mijûl bûne, dest dane ser wan, di wî warî de zimanê Kurdî hin zimanên din û ji hinan bêtir pêþve çûye, kemiliye, û ji tu zimanan kemilî bi þûn denemaye. Teng e: Herçî ku ji Kurdan re nenas mane û Kurd pê mijûlnebûne, di wî warî de zimanê me rawestiyaye, pêþ veneçûye, di cihê xwe de maye.

  Lê zimanê ji wan zimanan e ko ber her tiþtê nuh, pirsên nuh dizên û bi rêve pirsên nuh ji wan çar dibin. Herwekî xelkê Geliyê-Goyan, berî çardeh salan, gava tiyare dîtin, tavil bi zarê xwe balafir nav lê kirin; ji lewre ko ji banî, ji bala difire, dîsa Kurdmancine ko telêfon dîtin ji mesmeha wê re bihîstok gotin. Jiber ko deng pê têt bihîstin.

  Niho em vegerin ser gotina xwe; ser awayê nivîsandina zimanê xwe. Îro di zimanê me de du texlît kêmanî hene: Windabûna pirsine Kurdî û ketina pirsine biyanî nav zimên. Em çi bikin ko zimanê me bikare vegere ser xurtiya xwe û di nav zar û zarawayên xwe de bikemile û bibe zimanekî tekûz.

  Di windabûna pirsan de, pirsin hene yekcar winda bûne, hin hene ji zarekî ketine lê di zarekî din de dijîn û çendek hene di axaftinê de kêm têne gotin lê di mamik, medhelok, çîrok û stranan de têne bihîstin, em li pey wan in, hin bi hin em wan diêxin dest û disenifînin û gora mehcetê jî ji nuh ve ser awayê hevdûdanîna pirsên Kurdî pirsine nuh çêdikin, ji bona pêþveçûna zimên, divêt em bendên xwe bi tevayiya van pirsan binivîsînin û li paþiya her hijmarê ferhengokekê danîn û tê de mana pirsên ko di zaran de kêm bûne û yên ko ji nuh ve hatine hevdûdanîn ji xwendevanên xwe re bidin zanîn.

  Ji xwendevanê xwe hêvî dikim ferhengoka me qenc bixwînin û di heqê pirsekê de ko fikreke wan hebe ji me re binivîsînin; heke ciyoka pirsekê bizanin, ewa ha jî tev mana û ferqên wê digel ciyoka xwe ji me re bidin zanîn.

Weko: rêkirin, þandin, hinartin, ciyokên hev in, lê di mana rêkirinê de ji mana þandin  û hinartinê ferqek heye.  Rêkirin,  herhal,  bi  rê  êxistin  û þandin e. Dîsan, xeberdan, axaftin, peyîvîn ciyokên hev in gelo di neqeba wan de çi ferq hene?

  Hawar zarokeke nûza ye. Zarowa me ye; zarowa Kurdan e. wek her zaro bi xweyîtiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijî. Her kes her Kurd dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ko ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min diayê pêve tiþtek nayê. Belê, tukes vê xeberê mebêje, herkes bi tiþtekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê. Tinê di be ko awayê Hawarê nizane, jêre çend awa hene:

1 – Kiriyarê Hawarê bûyîn û jê re kiriyaran peyda kirin.

2 – Navên mirovên xwendewar lê ne maldar, ko nikarin kiriyar bibin, û navên medresan ji me re dan zanîn. Da ko Hawar herwe bête þandin.

3 – Paþ xwendina Hawarê ji heval û nasên xwe re danxwendin û ji mirovên nexwenda re bi xwe xwendin û ew ser têdexistiyên komelê serwext kirin.

4 – Ji Hawarê re her texlît þihr û bendan nivîsandin.

5 – Çîrok, medhlok û mamikan berhevkirin û ji Hawarê re þandin.

6 – Di heqê welat, eþîr, bajar û gundên xwe de tiþtine kevin û nuh ji Hawarê re rêkirin.

7 – Her texlît bergehên Kurdistanê peyda kirin û digel wesfên wan ji me re hinartin.

  Ji gotinên jorîn qenc dixuye ko ji Hawarê re arîkirin gelek hêsanî ye. Kesê ko dil bike dê bikare jî.

*          *          *

  Di destpêkê de komela me di panzdeh rojan de carekê dê derkeve. Piþtî çend hejmaran komela me dê bibe heftekî û li serê her heftiyê dê belav bibe.

Mîr Celadet Ali Bedirxan 15.05.1932

 

Nerîna min :