Hevpeyvîn

Rewşa Kurdan di cîhanê de taybet e

Aso Zagrosî di derbarê Kongreya netewî de li gel hêja Îsmaîl Beşîkçî hevpeyvînek pêkanîye. Ev hevpeyvîn ji aliyê Amed Kanî ve ji bo zimanê kurdî hatiye wergerandin. Malpera Newroz de hatiye weşandin.

Aso Zagrosî:Bi gelemperî hûn ji “Kongreya Neteweyî” çi têdigihîjin. Di derbarê tecrubeyên “Kongreya Neteweyî” ku li welatên din pêk hatine hûn dikarin ji me re çi bibêjin?

İsmail Beşikçi: Kurd û Kurdîstan disalên 1920’an de, di serdema Koma Miletan de hatiye dabeş kirn, perçe kirin û parvekirin. Du dewletên emperyal ên serdemê Britanya Mezin û Frense û du dewletên kevnarên Rojhilata Navîn Împaratoriya Osmanî dewama wê Komara Tirkiyeyê û Împaratoriya Îranê berdewama wê şahiya nû ya Îranê bi hev re bi polîtîkayên organîzekirî li ser Kurd û Kurdîstanê rûniştine. Ev desteserkirin li ser Kurdan karîgerîkî wek mirovek ku mejiyê wî bête rijandin û qaqotê wî bê perçe kirin. Di vê serdemê de polîtîkaya Yekîtiya Sowyetan jî bi tevayî polîtîkayeke dijî Kurdan e. Ev jî wek polîtîkaya Britanya û Fransa ya dijî Kurdan e. Yekîtiya Sowyetan herdem alîkariya dewletên dijminê Kurdan kiriye.

Divê Kongreya Neteweyî ji holê rakirina vê dabeşkirin, perçekirin û parvekirinê bike hedef. Lê ez qenaet nakim ku bi Kurdan re di mijara dabeşbûn.perçebûn û parvebûnê de hişmendiyeke bi rêk û pêk çêbûbe.

Divê Kurd, Kurdên ku di bin kontrola dewletên cuda de dijîn, herdem li ser mijarên zanistî, hunerî, sportîf, bazirganî, sinaî bên cem hev, biaxivin, nîqaş bikin, hev nas bikin, lê biryarên siyasî negrin.

Ger em werin ser mijara li cîhanê mijarên wiha çawa hatine rojevê: Rewşa Kurdan di cîhanê de taybet e. Bifikirin ku bi hindikî Kurd li Rojhilatanavîn çil milyon in. Lê di pêwendiyên navnetewî de xwedî statuyeke piçûk jî nîn in. Li ser dinyayê dewletên ku nifûsa wan 10 hezar, 30 hezar, 40 hezar jî hene, lê Kurdên ku nifûsa wan ji 40 milyonî zêdetirin xwedî statuyeke biçûk nebûna wan balkêş e.(Li Iraqê Rêveberiya Herêma Kurdîstanê wê cuda bête nirxandin.) Rewşa Kurd û Kurdîstanê rewşeke bi xwe taybet e. Kesên ku vê taybetiyê negrin ber çavan xwestina wan a çêkirina Kongreya Netewî helwesteke rast nîn e.

Aso Zagrosî: Di dîrokê de Kurdan “Kongreyên Netewî” pêk anîne? Ger pêk anîbin bo çi heta îro biserneketin?

İsmail Beşikçi: Li her perçeyî niyetên bi wî perçeyî ve girêdayî hatine rojevê. Hin rêxistinên wî perçeyî, hin pirsan axivîne. Lê, van karan wek Kongreya Netewî nirxandin nerast e.

Li vir Xoybûn a sala 1927an wek daxuyanîya niyeteke girîng dikare bê nirxandin.

Aso Zagrosî: Li welatekî weka Kurdîstanê ku hatiye perçe kirin “Kongreya Neteweyî” tê çi wateyê? Rêxistinên siyasî yên Kurdan, bo bi destxistina mafên netewî ku hemû gelên cîhanê xwedîne, amadene ku di “Kongreya Neteweyî” de werin cem hev?

İsmail Beşikçi: Divê pêşîli ser dabeşbûn, perçebûn û parvebûnê hişmendî çêbe. Li Rojhilatanavîn Kurdên ku bi hindikî çil milyon in, çima statuyeke wan a siyasî nîn e. Ev tûrê bi lanet çawa xistine serê Kurdan? Xirabtirîn ew e çima Kurd ne di ferqa vê rewşê de ne?

Tê gotin ku dê ev Kongre ya Netewî biryara ji PKKê re banga çekberdanê bike. Ev rast e an ne rast e ez nizanim. Lê, ev helwesteke pir çewt e.

Serdema ku xebatên çekdarkirina Konseya Netewî ya Suriyeyê tê kirin, ji PKKê re banga “çekberdanê” kirin pir çewt e. Kurdan heta îro tiştên kar kirin çawa kar kirin? Ji daxwazên xwe çiqas kar kirin ku dev ji çekan berdin? Li ser navê PKKê birayreke wiha dan çewt e.

Tişteke wiha jî heye. PKK , li Tirkiyeyê, li Kurdîstanê, li Ewropayê xwepêşandan, meş, mitîng û civînan lidar dixe. Lê, di van xwepêşandan, meş û civînan de, Ala Kurdan (Ala Rêveberiya herêma Kurdîstanê) bi taybetî nagre dest. Ev helwesteke Kurdî nîn e. Ev bo Kongreya Netewî zemîneke destdar nîn e.

Heta çend sal berê jî axaftinên lîderê PKKê Abdullah Öcalanî, ku ji dewleta Tirk re digot: ”Pêwir bidin min ez ê gerîla bişînim ser hêzên paşverûyên Berzanî û Telebanî…” Li vir jî rewşeke Kurdî nîn e. Di van pêwendiyan de jî zemîneke destdayî bo kongreya netewî nîn e.

Aso Zagrosî: Dema li welatên ku Kurdîstanê dagir kirine û partiyên Kurdên ku li perçên cudane têkiliyên nav wan bê nêrîn mirov çawa kare daxwazên Kurdên dinyayê bike programek?

İsmail Beşikçi: Ev helwestên bi çareseriyê re têkildar in. Amadekirina pêşniyarên çareseriyê di van mijaran de karê partiyên siyasî ye. Lê, berî ku di mijara çareseriyê de pêşniyar bên pêşkêşkirin, divê taybetmendiya bingehîn ya mijarê bê têgihîştin. Ev jî karê hêzên çekdarên siyasî nîn e, ehlê pênûs dikarin bikin. Çi PKK, çi rêxistinên Kurdan yên dervayê PKKê hişmendîya wan ya vê mijarê girîng e. Xwe bi rêvebirin, dahatuya xwe diyar kirin, bêguman mafên Kurdan yên ji Kurdbûna wan, yên ji netewebûna wan a Kurdî anîna rojevê helwesteke pêwist e.

Aso Zagrosî: Ger şênber kirin pêwist be Kurdên Başûr ên ku bi Tirkiyeyê û Îranê re di nava pêwendiyên cidî yên ekonomîk û siyasî de ne, li ser pirsa xaka Kerkûk û Xaniqîn jî bi ‘Erebên Iraqê re xwedî problemên cidî ne, dê bo “Dawazên Neteweyî” yên Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdîstanê, karibin çi pêşniyar bikin?

İsmail Beşikçi: Hişmendiya ferqkirina dabeşbûn, perçebûn û parvebûnê girng e. Divê girîng be di nava gelê Kurd de pêşxistina hişmendiyeke wiha.

Bo vê ji derdorên cuda zanyar, hunermend, karsaz, sporkar, mamoste, teolog û hwd. civînan çêdikin, bi hev re diaxivin, nîqaşan dikin, pêwendî pêş dixin.

Partiyên siyasî yên Kurdan dema bi perçê xwe re têkildar pêşniyaran tînin rewşa perçên din jî digrin ber çavan. Rêveberiya Herêma Kurdîstanê jî dema diaxive rewşa perçên din digre ber çavan. Xwe birêve birin, dahatuya xwe diyarkirin daxwazên mafên heyatî ne.

Aso Zagrosî: Kurdên ‘Ereban, Kurdên Farisan û Kurdên Tirkan an jî pêwistî bi “Kongreya Neteweyî”ya ku sînorên van dewletan asas digre û di çarçoveya van sînoran de dixebite ku “Kêşeya Kurd” çareser bike heye? “Kongreke” wiha dê nifşên Kurdên dahatû nexe nava tengasiyê? Bi vî awayî dê vîna wan desteser neke?

İsmail Beşikçi:
Li hinda Kurdên ‘Ereban, Kurdên Farisan, Kurdên Tirkan çima Kurdên Kurdan çênebûne ramandina vê girîngtir e.

Xwestina Kurd ji layê Kurdan ve birêvebirin, xwedîbûna mafê dahatuya xwe diyarkirin divê girîng be. Parastina mafên ji civata Kurdbûnê tên, ji netewa Kurdbûnê tên divê helwesteke destjênabe be.

Aso Zagrosî: Dema em li nûçeyên di derbarê “Kongreya Neteweyî” de derketine dinêrin, bi piranî şêweyên tekoşîna li hember kolonyalîstan der tê pêş. Ger ji armancên siyasî bêtir di derbarê şêweyên tekoşînan de biryar bên sendin û têkevin meriyetê, ew dê nebin sedema şerên birakujî yê nû?

İsmail Beşikçi: Bêguman rewşa her perçeyekî cuda ye. Ger rêxistin bikevin ferqa dabeşbûn, perçebûn û parvebûnê, ger li cem rêxistinan hişmendiya dîrokî, civakî bi pêşkeve dê pêşî li arîşeyên muhtemel bête girtin. Çunkî di vê rewşê de dema ku biryarên bi xwe re têkildar bidin, dê rewşa Kurdên perçê din bigrin ber çavan.

 Aso Zagrosî: Çavdêriyek wek li Tirkiyeyê hin derdorên bi erênî nêzîkê “Kongreya Neteweyî ya Kurd” dibin heye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

İsmail Beşikçi: Hewldana Kurdan ya bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên civakî û siyasî yên dewasa dikare moral bide mirovan. Mirov dikare vê pêvajoyê erênî têbigihîje. Tevî vê jî gihîştina hişmendiya taybetîya bingehîn a pirsê û di rêya vê hişmendiyê de hewldan bêguman girîng e.

Aso Zagrosî: Ger Kurdên Başûrê Kurdîstanê Serxwebûna Kurdîstanê ya ku Kerkûk Mûsil, Xaniqîn û Mendelî jî tê de ne îlan bikin û bi ‘Erebên Iraqê re şer bikin Kurdên perçê din bo “Serxwebûna Başûrê Kurdîstanê” li gor daxwaza Başûriyan serdemeke diyarkirî dê karibin beşdarbin? Bo vê amade ne?

İsmail Beşikçi: Piştevanî kirina Rêveberiya Herêma Kurdîstanê, bêtir bingeha avadanîya wê çêkirin divê pêwîra her Kurdekî be.

Di çaryeka pêşîn a sedsala bîstan de, hêzên emperyalên serdemê, dabeşkirin, perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdîstanê pêk anîn. Di dawiya sedsala bîstan de, di serê sedsala bîst û yekan de hêzeke emperyal a din DYE, di vê statîkoyê de quleke girîng vekir. Rûxandina rejîma Sedam Huseyîn, belavkirina partiya Baas, belavkirina artêşê, îmhakirina çekên komkujîyê… ji layê DYE ve pêşiya Kurdan vekir. Rêveberiya Herêma Kurdîstanê, hikûmeta Kurd wiha hat damezrandin. Helwesta hêzên Emperyal a di serê sedsala bîstan û ya di dawiya sedsala bîstan de, mijareke bi felsefeya dîrokî re, bi felsefeya civakî re têkildar e.

DYEyê, rejîma Sedam Huseyîn bes ji bo ku qencî li Kurdan bike nerûxand. Di tekoşîna DYEyê bi rejîma Sedam Huseyîn re encameke wiha derkete holê. Kurdan ji vê rewşê sûd girtin. Û rêveberîya xwe saz kirin. Ji layê din ve, Rêveberîya Herêma Kurdîstanê ligel eksê DYEyê, Tirkiye`yê, Îran`ê, Iraq`ê û Surye`yê saz bû. Bi saya helwesta Kurdan a bi îsrar, bi îstikrar û bi biryar saz bû. Jiber ku di statîkoya Rojhilatanavîn de quleke girîng vekirîye bûyereke balkêş e. Jiber vî awayî divê hemû Kurd piştevanîya Rêveberîya Herêma Kurdîstanê bikin.

Aso Zagrosî: “Kongreya Neteweyî” ya patiyên siyasî an a hemî Kurdan e? Ger kongreke wiha bê pêkanîn amadekarîya wê çawa dikare bê kirin? Kurdên li diyasporayê dikarin roleke çawa bi cîhbînin?

Îsmail Beşikçi: Tenê bi beşdarîya partiyên siyasî Kongreyek Netewî nerast e. Divê rêxistinên din, rêberên qen’etî komelên nivîskaran û hwd. jî beşdar bin.

Divê Kurdên li dervayê Kurdîstanê û Tirkiyeyê jî beşdar bin.

Ez ne di wê qen’etê de me ku diyaspora Kurdan heye. Li derveyê Kurdîstanê û Tirkiye`yê bi taybetî li Ewropa`yê pir kurd hene. Lê, vanan di nava têgiha diyasporayê de nirxandin nerast e.

Wek mînak li Ewropayê her rêxistin bi alîkarên xwe re ‘eleqedqr e. Lê diyaspora rêxistineke sîwaniye ku hemî rêxistinan di bin banê xwe de dicivîne. Wek ku bi îhtîyacên Kurdan yên rojaneyên wek cih, xwarin-vexwarin kar dîtin re ‘eleqebûn bi arîşeyên polîtîk re jî ‘eleqedar rêxistineke wiha ya Kurdan nîn e.

Aso Zagrosî: Bo vê hevpeyvîna kurt spas dikim. Di dervayê vanan de jî ger hûn bixwazin hin tiştan bibêjin fermo…

İsmail Beşikçi:
Mijarên bi Suriyeyê re têkildar hene. Îro rewşa kaosê li wir çiqasa bajo ji Kurdan re ewqas baş e. Hevdîtinên Kurdan çi bi hikûmetê re çi bi Konseya Netewî ya Suryeyê re bin, divê Kurd mafên xwe yên ji kurdbûna wan tên, mafên xwe yên ji netewbûna wan a kurdî tên her dem bînin rojevê. Çi bi hikûmetê re, çi bi konseya netewî ya Suryeyê re be, divê heta gengaz be hevdîtinên xwe di nava yekîtiyekê de pêkbînin. Divê Kurd bi hev re li hember hewldanên pêkanîna herêma tampona ku hikûmeta Tirk herdem tîne rojevê derkevin.

Wergera vê hevpeyvînê ji Tirkî Amed KANÎ: [email protected]

(newroz.com)

Back to top button