Civak

Şêx Ebdula Barzanî koça dawî Kir

Serperştiyarê Mezarê Barzan, Şêx Ebdula Barzanî biraziyê Barzanîyê Nemir bi sedema nexweşiya celteya dil îro di nava rojê de, koça dawiyê kir.

Jêderekî ji devera Barzan, bo ajansa Peyamnêr ragihand: “Kû kêmekî berî niha li dema kû Şêx Ebdula pêşwaziya şandeka leqê 17 partiyê dikir, dilê wî rawestiya û koça dawiyê kir.”

Şêx Ebdula korê Şêx Mihemed Sedîq Barzanî ye û biraziyê Mele Mistefa Barzaniye, gihişte temenê 73 saliyê.

Şêx Ebdula yek ji şoreşgerên malbata Barzanî bû û hemû jiyana xwe di şoreş û pêşmergeyatiyê de bûrandiye.

Back to top button