
Berdevkê deriyê sînorî yê Hacî Omeran ragihand, hatinûçûna geştiyaran bo Îranê heta demeke nediyar hatiye rawestandin, lê hatinûçûna bazirganiyê dê berdewam be.
Berdevkê deriyê sînorî yê Hacî Omeran Sîrwan Hesen da xûyakirin ku; Biryar e hatinçûna geştyaran li xalên sînorî bo demeke nediyar were rawestandin û tenê ew geştyarên Herêma Kurdistanê yan Îranê dê vegerin.
Hesen got: “Dergeh girtî ne û dê tenê ji bo bazirganiyê vebin û ti pirsgirêkek ji bo wan nîne.