Berpirsê giştî yê kanala Bîzim TV Şaban Sevinç îdia kir ku Serokomarê 11emîn Abdullah Gul bi parlamenterekî CHPê re hevdîtinek kiriye.
Şaban Sevînç hûrgiliyên hevdîtina Serokomarê 11emîn Abdullah Gul û parlamenterê CHPê yê li Qada Taksîmê ku di TV100ê da hatî weşandin parve kir. Sevînç got, “Birêz Abdullah Gul ji kesên ku diçin cem wî kêfxweşiya xwe ya ji bo bibe namzedê serokomariyê nîşan dide.”
Sevînç, diyaloga Gul bi parlamenterên CHP’ê re nirxand û got;
Parlamenterê CHPê: Ezbenî, behsa namzediya te jî tê kirin… Lê endamên partiya me dengên xwe nadin te, li hember te pir reaksîyonel in.
Gul: Çima dê dengê xwe bidin Tayîp?
Parlamenterê CHPê: Dengê xwe nadin Tayîp, lê naçin dengê xwe bidin.
Gul: Wê demê dixwazin Tayîp berdewam bike.