Polîtîk

HAK-PARê serdana partiyên siyasî kir

Berandama  şeredariya Diyarbekirê ya HAK-Parê Sevgî Çelik Moray li gel cîgirê serokê partiyê Bayram Bozyel û hinek berpirsên din yê HAK-PARê serdana partiyên siyasî û dezgehên din yê kurdan kirin.

Heyeta HAK-PARê serdana nawenda Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye(PDK-T) kir û li gel serokê vê Partiyê M.Emin Kardaş û hinek berpirsên partiyê civînek pêkanîn.

Di serdanê de Berendama şeredariya Diyarbekirê ya HAK-PARê Moray axavtinek kir. Moray di axavtina xwe de got: Bajarê Diyarbekirê ev rewşa ku nebaş heq nekiriye.Dema wek HAK-PARê em bibin desthilat li Diyarbekirê emê li  nasnama bajêr ya netewî û dîrokî xwedî derkevin. 

Moray behsa xeterek mezin a civakî kir û got: Karanîna madeyên hişbir ketiye heta 7 salî.Yanî zarokên heft salî madeyên hişbir kartînin. Ev yek ji ihmalkariya hukumetê û îdara herêmî çêdibe.

Serokê PDK-T Kardaş jî xêrhatina heyeta HAK-PAR kir  û behsa helwesta HAK-PARê kir. Kardaş got: Em helwesta HAK-Parê ya hilbijartinan de danî holê teqdîr dikin. HAK-PAR bi vê helwesta xwe wesayetê di siyaseta kurdî de dişkîne. Ji bo serkevtina Mora tişta ji destê me werê emê bikin. Serkevtina we dixwazim.

Herweha heman rojê de Mora û heyeta HAK-PARê serdana Însiyatifa Azadî jî kir. Nûnerê Însiyatîfa Azadî Adem Ozcaner pêşwaziya heyeta HAK-PARê kir. Ozcaner ragihand ku ewê pişgiriya berandamên HAK-PARê bikin .

 

Heyeta HAK-PARê serdana ofîsa Palatforma Demokrata Kurd kir. Serokê Platformê Sertac Bucak pêşwaziya Mora û heyeta HAK-PARê kir. Bucak di axavtina xwe de da diyarkirin ku, ew dixwazin berendamên HAK-PARê serbikevin. Lê Bucak got ku, ji ber karê navxwe heta niha nekarîne bersiva HAK-PARê ji bo hevkariyê bidin.

Herweha heyeta HAK-PARê serdana  gruba hewldana partiya Kurdistanî jî kirin. Ji aliyê Îmam Taşçier ve hatin pêşwazî kirin. Ji berpirsên Hewldanê Vahit Aba da xuyakirin ku ew pişgiriya berendamên HAK-PARê dike.

 

Back to top button