Kultur

80 berhemên Kurdî vegeriyan Kurdistanê

Ji bo ewilîn Pirtûkxaneya Kurdolojiyê ya Tirkiyeyê ya ku di bin banê Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê de hat damezrandin, ji Rûsyayê 80 berhem anîn.

Aleksander Jabayê ku di navbera salên 1848 û 1866an de li Erziromê balyoziya Rûsyayê kiribû, ji alimên kurd lijneyek ava kiribû. 80 berhemên ku vê lijneyê amade kiribû neqlî Beşa Kurdolojiyê ya ZMAyê kirin. 

Gelek berhemên der barê ziman, wêje, dîrok û çanda kurdî û nisxeya Mewlîda Melayê Bateyî ya ku di sala 1791an de ji berê girtine û mewlûda herî kevn a kurdî ye, li Tirkiyeyê cara ewil li Mêrdînê dê derdikeve holê. 

Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî yê ZMAyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Arşîva Rûsyayê ya Kurdolojiyê ya Aleksander Jaba êdî di Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artûklûyê de cî digire. 

Prof. Dr. Yildrim bi bîr xist ku Aleksander Jaba di navbera salên 1848 û 1866an de li Erziromê balyozî kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Jaba di navbera van salan de lijneyeke ku ji alimên kurd pêk tê, ava dike. Ji wan dixwaze ku ji bo wî destnivîsên kurdî amade bikin. Ev lijneya alimên kurd jî Mela Mehmûdê Bazîdî wekî nûner hildibijêrin. Mela Mehmûd jî dest bi lêkolînan û xebatê dike. Di vê maweya lêkolîn û xebatê de hin ji wan berhemên ku bi sedan sal beriya wî hatine nivîsîn, hin ji wan jî yên wî bi xwe ne arşîveke kurdolojiyê ya ku ji 80 berheman pêk tê, amade dike. Ji van berhemên ku hemû jî ji hevdu bi qîmetir in, hinek hê jî nayên zanîn. Yekem car dê bi kataloga ku em ê amade bikin ve derkevin pêşberî mereqdarên xwe.” 

Çavkanî: AA 

Back to top button