Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê sibê diçe Tirkiyeyê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê, sibê roja çniyê 14.02.2014ê, dê serdana Tirkiyeyê bike û li bajarê Stenbulê digel Receb Teyb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê bicive.

Weke tê zanîn, serokwezîrê Kurdistanê dê roja yekşamiya pêşiya me serdana Bexdayê bike û li ser pirsa hinartina nefta herêma Kurdistanê digel berprisên hikûmeta Îraqê bicive.

 

Nêçîrvan Barzanî berî biçe Bexdayê, ew dê serdana Tirkiyeyê bike û digel serokwezîrê Tirkiyeyê pirsa hinartina nefta herêma Kurdistanê bo derve, bi rêya Tirkiyeyê, yekalî bike.

Back to top button