Cîhan

Macaristan Konsulusxana xwe li Hewlêr vedike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja pêncçemiyê 13.02.2014ê, li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Tîbor Satmarî sefîrê Macaristanê yê Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, têkeliyên navbera Macaristan û herêma Kurdistanê, bi tyabetî têkeliyên di warê akademîk û kulturî de, avakirina pireke zanistiyê di navbera zanîngehên Kurdistan û Macaristanê de, dabînkirina kursiyên xwendina bala bo xwendekarên kurd li zanîngehên Macaristanê û pêxistina bizava bazirganiyê di navbera her dua liyan de hatin minaqeşe kirin.

Di civînê de şandeya mêvan got ku, ji bona xurtkirina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re, hikûmeta Macaristanê biryar daye ku, konsulxaneya xwe ya giştşî li Hewlêrê veke.

Serokwezîrê Kurdistanê bi germî pêşwaziya wê biryara hikûmeta Macaristanî a vekirina konsulxaneya giştî li Hewlêrê, kir û ew biryar, ji bona zêdetir hevkarî û hevahengiya navbera her du aliyan de bi gavek mezin wesif kir.

Back to top button