Kultur

Haco û Beşikçî dê li Wanê werin cem hev

 
Wan – Li Tirkiyeyê li bajarê Wanê Pirtûkxaneya Hevdem bi gaveke çandî ji bo hunermendê kurd Ciwan Haco amadekariya konserekê dike. Beriya konsera ku dê li Stadyuma Bajar a Wanê bê lidarxistin, sosyologê bi xebatên xwe yên der barê kurdan de tê naskirin Îsmaîl Beşikçî dê ji bo xwendevanên xwe pirtûkan îmze bike.

umut kartalPirtûkxaneya Hevdem ku nêzî salekê ye dest bi kar kiriye û pirtûkên der barê dîroka kurdan de difiroşe, bi rojên îmze û civînên bi nivîskaran re balê dikişîne.

Beriya demekê xwediyê Weşanên Belgeyê Ragip Zarakoglu, nivîskar nur Mehmet Guler û Hamît Geylanî ji bo xwendevanan pirtûk îmze kiribûn. 1’ê Gulanê jî helbestvan-nivîskar Cezmî Ersoz û ji nivîskarê ji Colemêrgê Lokman Tekîn dê pirtûkên xwe ji bo xwendevanan îmze bikin.

Xwediyê pirt»kxaneyê Umut Kartal ku ji bo AKnewsê axivî, got, “bi daxwaza gel û ciwanan xebatên bi vî rengî dimeşînin” û wiha domand:

“Em ji bo konsera Ciwan Haco a di 29’ê gulana 2010’an de amadekariyan dikin. Em ji bo vê bi rayedarên Her Yerde Sanat (HYS) re axivîn. Bi Ciwan Haco re hevdîtin hatine kirin, ew jî erênî nêzîk bûye. Em ê beriya konserê Îsmaîl Beşikêî û Ece Temelkuran bi xwendevanan re cînin cem hev. Li dû van, em plan dikin ku paneleke berfireh ku wêjevanên kurd beşdar bibin, li dar bixin.”

Kartal anî ziman ku armanca wan ew e ku çand û hunera kurdî bînin ba gel û di navbera rewşenbîr û nivîskarên kurd de têkiliyan xurt bikin.”

 

(AKnews)

Back to top button