Bexda cardin bû gola xwînê
Bexda – Jêderekî ji wezareta navxweyî ya Iraqê ragihand, ku di encamê zincîrek ji teqînên terorîstî de li deverên Şîe yan yên Bexdayê, 56 ji hevwelatîyên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gora zaniyarîyên ajansa nûçeyan a Firans Pres, van bûyerên han di encama teqîna 2 otomobîlan çêbûye. Yêk ji van otomobîlan li nêzikî nivîsîngeha rêberê bizava Sedir Moqteda Sedir teqîya û yêk ji van otomobîlan jî di nava bazarekî de li deverekî Bexdayê teqîya û di encam de 39 ji hevwelatîyan gîyanên xwe ji dest dan û 56 ji hevwelatîyan jî birîndar bûn.
Evî jêderê han herweha da xuyakirin, ku 3 otomobîlên din û çend bombên din jî di çend deverên din yên Bexdadê de teqîyan û di encama evan teqînan de jî, 11 ji hevwelatîyan gîyanên xwe ji dest dan û 50 ji hevwelatîyên Iraqî jî birîndar bûn.
Herweha polîsê Bexdayê ragihand, ku 6 ji hevwelatîyan îro sibehî di encama teqînekî terorîstî de li devera Xalidîye ya li rojavayê Bexdayê gîyanên xwe ji dest dan û 12 ji hevwelatîyan jî birîndar bûn. Polîsê Bexdayê da xuyakirin, ku di nava kuştîyan de jinek û zarokek jî heye.
(PNA)