Polîtîk

Berhem Salib bi a Nêçîrvan Barzanî kir.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê û cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de li roj 30.03.2010ê digel rojnamye Rojname di bersiva pirsekê de li ser meseleya sizayê siyasî û Nanbirînê li herêma Kurdistanê got bû: ” Eger ez serokê hikûmetê bûmaye min dê qebûlnekraye tu kes li ser fikrên siyasî bihataye ceza kirin, ji kar bihataye avêtin û meaşê wan bihataye birîn.”

Piştî vê hevpeyvîna Nêçîrvan Brzanî û gotinên wî yên li ser kesên nanê wan hatiye birîn û ji kar hatîne avêtin, roja 19.04.2010ê ji ofîsa taybet a Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, biryarek ku, îmza Berhem Salih serokê hikûmetê li ser e, derketiye ku tê de tê gotin:

– Me biryar da ku, li gor  îcraatên qanûnî û îdarî û bi lezgînî hemû wan biryarên ji sedema fikrên siyasî yan jî ji sedema dengdan bo aliyekî siyasîyê diyarkir, derketine bên hilweşandin û hemû ew karmendên ji kar û wezîfeyan wan hatine dûrxistin, careke din bo heman wezîfe û postê berê û bi eynî meaş bên vegerandin.

– Her berpisekê kareke wisa bike dê li gor qanûnê lêkolîn pê re bê kirin.

– Her wevwelatiyekê li dor vê yekê gilî û gazinde hebin, dikarin gilînameyekê bi belge pêşkeşî dozgerê îdarî li herêma Kurdistanê bikin.

Weke tê zanîn di dema hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê (25.07.2009) de û hilbijartinên parlamentoya Îraqê  (07.03.2010) de, ew kesên ku hewadar û endamên Kekêtiya Niştimaniya Kurdistanê YNKê bûn û di hilbijartinan de deng bo lîstey Goranê da bû, YNKê ew hemû ji kar avêt bûn û meaşê wan qut kir bû. Ev pêngava YNKê li herêma Kurdistanê bi cezayê Siyasî û nanbîrnê tê nasîn.

 

 

Back to top button