Gurubek teroristên DAÎŞê li Hewlêr hatin girtin

Hêzên dijê terora girêdayî Encumena Aşayişa Kurdistanê li Hewlêr 10 teroristên DAÎŞê girtin. Van teroristan hewldidan di cejna Qurbanê de êrîşê hinek cihan bikin û çalakiyên teroristî pêkbînin. Hêzên ewlehiya Kurdistanê ev kes derxistin ser televizyonê û ew li xwe mikur hatin.

Ev deh terorist ji Tirkiye derbasî başûrê Kurdistanê bûne û ji bo çalakiyên teqendina hinek cihan li Hewlêr ji aliyê DAÎŞê ve hatine erkdar kirin.

Hêzên ewlehiya Kurdistanê demek dirêj ew şopandine û dema pêwist ji berî dest teqîna bikin ew desteser kirine.

Nerîna min :