PolîtîkRojev

Emê kar ji bo nehîştina binpêkirinan li Efrîn û Serê Kaniyê dikin

Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) yê nû hatiye hilbijartin radigihîne, babeta binpêkirinên mirovî yên li Efrîn û Serê Kaniyê tên kirin, tê mezinkirin û ew kar ji bo nehîştina binpêkirinan dikin.

Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) duhî li Stenbolê hilbijartinên xwe kirin û Salim Muslit wek Serokê nû yê Îtîlafê hat hilbijartin.

Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Salim Muslit ji K24ê re got: “Pirsa binpêkirinên li Efrîn û Serê Kaniyê tê mezinkirin. Em hewl didin ku xelkê me yê Kurd vegerin malên xwe çi li Efrînê û çi li Serê Kaniyê. Em li ser parastina mafên wan û gerentîkirina selametiya wan rijd in. Dibe ku hin binpêkirin û karên kesayetî werin dîtin, em ligel hemû aliyan kar dikin da ku van zêdegaviyan nehêlin. Binpêkirin û tawanên mezin li deverên rêjîma Sûriyê tên kirin.”

Ji dema dagîrkirina Efrîn û Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Îtîlafê ve, bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin û eşkencedan, hewriha çekdaran dest danîne ser bi hezaran mala û dar û zeviyên Kurdan.

Tevî ku berpirsên Îtîlafê her car dibêjin ku ew kar ji bo nehîştina binpêkirinên mirovî li Efrîn û Serê Kaniyê dikin, lê li gor çalakvanan, li ser erdê tiştek nehatiye guhartin û tawan û binpêkirinên mirovî zêde dibin.

Back to top button