Civak

PKKê ciwanekî Kobanê revand û bi hovane eşkence kir

Piştî tawana şehîdkirina Emîn Îsa di bin eşkenceyê di zîndanên QSDê de, çekdarên PKKê duh 12ê Tîrmeha 2021ê, ciwanekî kurd li Kobanê revand û bi şêweyekî hovane eşkence kir.

Çalakvan Ûsib Birkil li ser weşanekê di torên civakî de ragihandi ku pismamê wî Mihemed Silêman ji aliyê çekdarên PKKê ve hat revandin û bi tundtirîn şêwe hat eşkencekirin.

Navbûrî da zanîn ku 4 ji çekdarên PKKê ew revand û bi hovane lê dan herweha cihên hestiyar di laşê wî de bi ava kelî şewitandin, lewm ji bo nexweşxaneyê hat veguhstin û rewşa wî ye tendirustî xerab e.

Çalakvan tekez kir ku tu têkilî û peywendiya pismamê wî bi partî û tevgera siyasî re tune ye, bi tenê weke tolhildan e ji kar û çalakiya wî re ye ji ber ku ew – Çalakvan Ûsib- kiryar û binpêkirinên PKK, PYD, QSDê riwsa û diyar dike.

Back to top button