PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê nû yê Amerîkayê kir

Roja 13.07.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Robert Palladino Konsolê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî bixêrhatin û pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsolê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyekî ji bo serkeftina erkê wî de nîşan da.

Rêzdar dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li peywendiyên li gel Amerîkayê dinêre û xwazyarê zêdetir pêşxistina peywendiyan û warên alîkarî û hevbeşiya di navbera wan û wekî herdem fakterê aramiyê li Iraq û navçeyê de dibe.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê, ji bilî xweşhaliya destbikarbûnê, xemxuriya xwe ya ji bo karkirin û pêşxistina warên hevbeşên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da û xwesta Amerîka ya ji bo berdewamiya peywendiyan û pêşxistina warên hevbeş ya li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, derfet û gef û êrîş û metirsiyên terorê, rûbirûbûna Da’îş û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên beşeke dinê hevdîtinê bûn.

Back to top button