Gurcistanê jî berê xwe da Hewlêrê
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwqazî li Zorab Êrîstavî sefîrê Gurcistanê kir.
Sefîrê gurcî behsa serdana xwe ya bo herêma kurdistanê kir û got ku ev serdan dê ji bo avakirina têkeliyên xurt bibe destpêkek û got: “Welatê Gurcistanê di ware zîraet, enerjî, guhastin û avadankirinê de tecrûbe û şarazayîyeke baş heye û dixwaze bi giranî beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bike. Her ji bo vê armancê îro wezîrê zîraetê yê hikûmeta Gurcistanê serdana herêma Kurdistanê kiriye. Di demek nêzîk jî de dê wezîrê enerjiyê û cîgirê wezîrê guhastinê serdana herêma Kurdistanê bikin.
Sefîrê gurcî ew yek jî got ku hikûmeta Gurcistanê dixaze sewyeya têkeliyên xwe bi Hewlêrê re bilind bike û qewle nûneratiyeke xwe li herêma Kurdistanê veke.
Ji aliyê xwe ve berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember vê serdana şandeya hikûmeta gurcî bo herêma Kurdistanê nîşan da û got ku ev serdan ji bo xurtkirina têkeliyan li ser esasê berjewendiyên hevebş pêngava destpêkê ye.
Mistefa got ku hebûna nûneratiya Gurcistanê li herêma Kurdistanê dê ji bo zêdetir pêşxistina têkeliyan hevkar û alîkar be.
Berprisê têkeliyan got jî ku li herêma Kurdistanê bi rêya qanûna sermayerazandinê derfetên baş ji şirket û kompaniyên navxwe û derve dane û welatê Gurcistanê jî dikare fêdey ji wan derfetan werbigire.