Polîtîk

Barzanî digel Ad Melkert nûnerê sekreterê NY civiya

Hewlêr: Îro çarşemiyê 18.05.2011ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwaziya Add Melkert nûnerê taybetî yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Iraqê û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinê de, her du alî dîtin û ramanên xwe yên sebaret bi komek pirsê girîng yên girêdayî rewşa îro ya Iraqê,  pêngavên temamkirina pêkhata hikûmeta federal û diyarkirina wezîrên wezaretên emniyî û serokê civata bilinda siyasetên Stratejîk danustandin kirin.
 Her du alî tekez li ser lezkirina cîbicîkirina wan karên ji bona pêkanîna hikûmetekî federal ku erkên xwe bicih bîne û bernameyên xwe piraktîze bike.

Her wiha di vê hevdîtinê de, pêvajoya taybet bi cîhbicîhkirina maddeya 140 û wezîfeya  paşarojê ya rêxistina UNAMI sebaret bi wê pêvajoyê hate behis kirin.
 Pirsa mayîna hêzên Amerîka piştî sala 2011ê,  pirsa parastina emniyeta navçeyên veqetandî ji aliyê hêzên hevbeş ve hate nirxandin.
Di vî warî de, Barzanî û Melkert tekez li ser zêdetir çespandina  êmn, aramî û li gor destûrê çareserkirina pirsên wan navçeyan kir.

Back to top button