Du gorên bi kom li bajarê Deraa hatine dîtin
Hejmareke çavkaniyên nêzîkî sazî û dezgehên mafên mirovan ên Sûriyê ragehandin ku zêdeyî goreke bi kom li bajarê Deraa hatiye dîtin û hejmara termên ku di van goran de heya niha hatine dîtin 31 term in.
Serokê Rêxistina Niştimanî ya Mafên Mirovan Emar Qurbî di daxuyaniyekê de got ku, li bajarê Deraa heya niha du gorên bi kom ku nêzîkî hev in hatine dîtin û got:
– Gora ku rêxistinê behs kir û cihê wê destnîşan kir 24 term jê hatine derxistin. Piştî nîvro, cotkarek di devereke nêzîk ji devera pêşî re derbas bû û bihneke genî bihn kir, lewma ji hinek kesan re got û van jî xwelî rakirin û 7 term dîtin ku 5 ji wan nas kirin ku endamên malbatekê ne bi navên Ebdulrezaq Ebdulezîz Abazîd (68) û her çar kurên wî Semîr (43), Samir (35), Mihemed (30) û Silêman (22) ku xwendekarê kolêja endezyariyê bû.
Qurbî wiha axivî:
– Di nav terman de, jineke koçer û keça wê jî hebûn ku nehatin naskirin ji ber ti nasname yan kaxezên fermî bi wan re nebûne dema ku hatine binaxkirin.
Qurbî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:
– Gava behsa dîtina goristanê kir ti alî tometbar nekir, lê daxuyaniya wezareta navxwe û karên hikûmetê yên weke dorpêçkirina cihê gora bi kom, qedexekariya li ser karê medya û ragihandinê û girtina rê li ber derbasbûna komîteyên NY gumanan zêde dike ku destê hikûmeta Sûriyê di van komkujiyan de hebe. Lewra em daxwaz ji desthilata Sûriyê û wezareta navxwe dikin ku di demeke herî zû de lêkolîneke serbixwe li ser van goran û belavbûna dehên terman li çolê, bike.
Navbirî berî çend rojan jî ragehandibû ku 24 term li zeviyên nêzîkî bajarokên Anxel û Casim hatin dîtin ku hinek ji van terman ji aliyê lawir û ajelan hatibûn xwarin. (Rûdaw)