Polîtîk

Fewzî Herîrî bû serokê dîwna civata wezîrên Kurdistanê

Hewlêr: Piştî Nurî Osman ji posta serokê dîwana civata wezîran hatî dûrxistin, îro hat zanîn ku Patiya Demokrata Kurdistanê  Fewzî Herîrî wezîrê berê yê pîşesaziya Iraqê bo posta serokê dîwana civata wezîrên herêma Kurdistanê pêşniyar kir û Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê jî pêşniyara PDK qebûl kiriye.

Berî niha, Nûrî Osman ji çapemeniyê re ragihandibû ku ew ji posta serokê dîwana civata wezîran hatiye dûrxistin.

Fewzî Herîrî kurê Endamê berê yê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Firenso Herîrî ye ku di 18ê sibata sala 2000ê ji hêla rêxistina el-Qaîde ve di nav bajarê Hewlêrê de hate terorkirin.

Fewzî Herîr di kabîneya berê ya hikûmeta Iraqê de ku, wê demê  Berhem Salih cîgirê Serokwezîrê Iraqê bû, wezîrê pîşesaziyê bû û têkeliyên wî digel Salih baş in.

Back to top button